QSD`ê bidawîkirina qonaxa yekemîn ji Tunekirina Terorîstê ragihand

QSD`ê ragihand ku qonaxa yekemîn ji Pêngava Tunekirina Terorê bi girtina 110 çeteyan û paqijkirina rûbereke fireh ji gundewarên Dêrazoê û Heskê, bidawî bû.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro der barê encamên pêngava Tunekirina Terorê daxuyaniyek da. Pêngava Tunekirina Terorê di 4`ê Hezîranê de hatiye destpêkirin

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Abullah ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Pêngava Tunekirina Terorê di 4`ê Hezîrana 2020`an de li erdnîgariya ji gundewarên başûrê Hesekê li herêma Deşîşa ya nêzî sînorê Iraqî û heta sînorê herêma Baxoz li gundewarên Dêrazorê, destpê kir. Qonaxa yekemîn ji pêngavê di 10`ê Hezîranê de bidawî bû.

Bi koordînasyona leşkerî di navbera hêzên me û hikûmeta Iraqê de û bi beşdarbûna hêzên Koalisyonê ji bo peydakirina ewlehiya herêmên sînor û parastina aramiya navxweyî, parastina jiyana niştecihan ji êrişên şaneyên DAIŞ`ê ku di demên dawîn de zêde bûne, hêzên me nêzî 175 km bi dirêjahî û 60 km bi kûrahî  paqij kir û di nav de zêdetirî 150 gund û bexçe.

Hêzên Komandos û Koalisyonê girtin ser 65 bargeh şaneyên DAIŞ`ê. Di encama operasyon û paqijkirinê de hêzên me 110 terorîst û kesên ku gumana têkiliyên bi şaneyan re li ser wan hene, girt.

Her wiha hêzên me miqdareke çekên cûda di nav de demance, madeyên teqemenî û miqdareke mezin ji madeyên teqemenî ku li ser destan hatibû çêkirin, girt.

Di operasyenekê de tîmek ji hêzên me ratsî şaneyekê hat û hêzên me rewş xistin bin serweriya xwe de.

Tu zerar di nava hêzên me de çênebûye.”

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …