QSD’ê li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya li Herêma Kobanê dewreya bi navê Şehîdên Dêrazorê bi tevlîbûna 144 ciwanên herêmê da destpêkirin. Di dewreyê de ciwanên ku ji hemû herêmên Dêrazorê bûn perwedeya leşkerî dîtin, da ku di rizgarkirina herêmên xwe û parstina wê de cih bigirin.

Dewreya Şehîdên Dêrazorê bi mersîmeke leşkerî bi dawî bû. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî destpê kir, paşê şervanan sûnd xwarin ku ew ê heta dawî şopdarên riya şehîdan bin û bi hemû hêza xwe di parstina destkeftiyan de cih bgiririn.

Di dawiya merasîmê de şervanan xelekên govendê gerandin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ