QSD’ê bersiva îdayên dewleta Tirk da

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya QSD’ê ya Efrînê îdayên dewelata Tirk deriwandin û wiha got: “Dîmena ku ajansa Anadolê a girêdayî istxbaratên Tirkiyê weşandine ya gundên li ser sînor in û wiha dom kir: “Li wan gundan hêzên me bi Artêşa Tirk û çeteyên wê re ji roja yekem a êrîşê de di nava şer de ne. Bê guman gelek ji wan şeran di nava gundan de rû didin.”

Fermandariya Giştî ya QSD`ê derbarê îdayên dewleta Tirk ku dibêjin hêzên QSD’ê li deverên sivîl xwe bi cih dikin û ji wir şer dikin deriwand û derbarê mijarê daxuyaniyeke nivîsakî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di demên dawî de ajansa Anadolê a girêdayî Istxbaratên Tikriyê (MIT) di nûçeyeke xwe de dîmenek ku ji ezman hatiye kişandin weşand û îda kirku hêzên me li cihên sivîl û avahiyên welatiyan xwe bi cih dikin. Armanca wan ji vê yekê bombebaran û topbarna cihên sivîl ên Efrînê rewa nîşan bidin.

Em weke hêzên QSD’ê tekez dikin ku ew dîmenên hatine kişandin, dîmenên xetên pêşî yên eniyên şer e ku hêzên me li gundên sînor bi Artêşa Tirk û çeteyên wê re ji roja yekê ve dikevin şer. Heta niha û bi awayekî xwezayî ew şer li hindirê gundan pêk tê.  Di heman demê de em ji raya giştî û dewleta Tirk re tekez dikin ku tu niyeta me nîne ku em dest ji gundên xwe berdin ji dizî û talanê re, gundên ku hemû cîhanê dîmenên wê şopandin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê mal û milkên welatiyan û sewalên xelkên me yên Efrînê talan dikin. LI ser vî esasî em ê bersiva êrîşên wan ên hovane li her tax, kolan û gundekî bidin. Heger hate xwestin em ê di malan de ode bi ode bi wan re bikevin şer.

Dîmenên derketin ên şervanên ku li kolanên bajarok û gundan bersiva Artêşa Tirk a dagirker didin.

Em ji raya giştî re tekez dikin ku hêzên parastina sivîl jî hene, ew kolan û gundan di vê rewşê de diparêzin, ji xwe ew sivîl in û erka xwe ya parastina gundên xwe pêk tînin. Ev behaneyê nade dewleta Tirk a dagirker ku gundan û bajarokan hedef bigirin.

Hêznê me QSD’ê di dema ku bang li cîhanê dikin ku piştgiriya berxwedana efsanewiyî li dijî komên terorist bikin, di heman demê tekez dikin ku ew ê berxwedanê heta dawî bidomînin, da ku Artêşa Tirk û komên wê yên radîkal têk bibin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …