NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Herêma Rojhilat a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), diyar kir ku hin kesan cilên QSD’ê li xwe kirine û sûcê kuştinê pêk anîne û ti girêdana wan bi vê kuştinê tune ye û piştrast kir ku piştî encamên lêpirsînê temam dibin û sûcdar têne girtinê dê radestî aliyên dadgerî bêne kirin da ku bêne cezakirin.
Girêdayî mijara kuştina kesekî ku diyar e li ba DAIŞ’ê dîl hatiye girtin, Fermandariya Herêma Rojhilat a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyanî wiha ye:
“Dema li ser malperên civakî kuştina kesekî ji aliyê hin kesên ku cilên QSD’ê li xwe kirine hate belav kirin em matmayî man. Diyar e ev kesê hatiye kuştin li ba rêxistina DAIŞ’ê dîl hatiye girtin.
Em weke Hêzên Sûriya Demokrastîk piştrast dikin ku ev sûcê kuştinê ti girêdana me bi wê re tune ye û ne ji exlaqê me ye. Li ser vê yekê em ê lêhûrbûnên vê kuştinê bişopînin û eşkere bikin da ku kujer bêne eşkerekirin. Dema ku lêpirsîn bi dawî bibin û kujer bêne girtinê dê radestî aliyên dadgerî bêne kirin da ku bêne cezakirin.”