QSD: Tangekeke artêşa dagirker li Raco hate rûxandin, şerê giran rû didin

EFRÎN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê  ya QSD`ê diyar kir ku li gundê Elîbîska yê navçeya Raco şerên giran di navbera QSD û Artêşa Tirk û çeteyên wê de rû didin.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê derbarê şerê ku li herêma Raco û Şiyê  rû dide, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

ʺŞerê  hêzên me li dijî Artêşa Tirk a dagirker li gelek noqteyan dewam dike. Di  vê çarçoveyê de, li gundê Elîbîska yê navçeya Raco hêzên me tangekeke artêşa dagirker rûxand û leşkerên têde hemû hatin kuştin.

Her wiha artêşa dagiker gundê Hemamê  bê serûber û rengekî hov topbaran dike.

Arêtşa Tirk a dagirker ku nikare bi pêş bikeve, bi balafiran gundên navçeya Şiyê û Raco bombebaran dike.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …