QSD: Ragihandina Tirk bomebebarana nexweşxaneyê vedişêre

NAVENDA NÛÇEYAN – QSD: Ragihandina Tirk bi riya belavkirina dîmenekê, xwest bombebarana nexweşxaneya Avirîn ji aliyê balafirên Tirk ve veşêre. Me bombebarana nexweşxaneyê bi wêne û dîmen belge kiriye.

Navenda Ragihandina QSDʹê derbarê berovajîkirina rastiyan û hewldana veşartina bombebarana nexweşxaneya Avirîn ji aliyê balafirên Tirk ve, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

ʺArtêşa Tirk a dagirker hewl dide komkujiyên li dijî gelê Efrînê pêk tîne veşêre. Bi vê armancê dezgehên ragihandinê yên dewleta Tirk îdîayên derew belav dikin.

Di 16ʹê Adara 2018ʹan nexweşxaneya Avirîn ji aliyê balafirên Tirk ve hat bombebarankirin.  Di encamê de bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn. Her wiha ziyaneke mezin gihîşt nexweşxaneya ku bi hezaran birîndarên sivîl lê dihatin dermankirin.

Piştî bombebarankirina nexweşxaneyê, Ajansa Nûçeyan a Anadol a dewleta Tirk dîmenek belav kir. Di dîmen de avahiyeke nêzî nexweşxaneyê hat kişandin. Bi vê yekê dewleta Tirk a dagirker xwest hedefgirtina nexweşxaneyê ji aliyê balafirên Tirk ve veşêre û nîşan bide ku nexweşxane nehatiye bombebarankirin.

Em ji raya giştî re dibêjin ku nexweşxane rastî bombebarana balafirên Tirk hatiye û avahiya ku di dîmen de hatiye kişandin ne avahiya nexweşxaneyê ye.

Bombebarana nexweşxaneyê bi dîmen û wêne hat belgekirin.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …