QSD: Ragîhandina dewleta Tirk rastiya hedef girtina sivîlan berûvajî dike

EFRÎN- Navenda Ragîhandina QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagrker û di riya çapemeniya xwe re dixwaze raya giştî şaş bike û rastiyên heyî berûvajî bike. QSD’ê derbarê mijarê de wiha got: “Dixwazin rastiya hejmara qurbaniyên sivîl ên di encama êrîşên wan ên li ser Efrînê de şehîd dibin veşêre. Hejmara şehîd û birîndarên sivîl ji aliyê me û saziyên têkildar ve bi nav û paşnav hatine belgekirin.”

Navenda Ragîhandina QSD’ê derbarê mijdarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya QSD’ê hate weşand wihaye:

“Dewleta Tirk di riya ragîhandina xwe re hîn jî rastiyan berûvajî dike. Diyare ku dewleta Tirk ne tenê di aliyê leşkerî de, bi karanîna çekên ezmanî û bejahî tenê şerê Efrîn û xelkên wê dike. Lê belê hemleya wan a ji bo berûvajîkirina rastiyan jî bê navber didome. Dixwazin raya giştî ya cîhanê û hermê derbarê encamên êrîşên xwe yên li ser herêma Efrînê  ku di aliyê insanî de pêk tê (Qetilkirina zarok, jin û kalepîran), her wiha ruxandina binesaziya Efrînê veşêrin û berûjavî bikin.

Dewleta Tirk bi çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ ên terorist re beriya êrîşa li ser Efrînê destpê bike odeya ragîhandinê li kêleka odeya leşkerî saz kirin. Armanca wan jê vê yekê ew ku li ser nûçeyên rast veşêrin û nûçeyên ji saziyên ragîhaninê yên Tirkiyê û cîhanê re li gorî hikûmeta Tirk dixwaze were dayîn.

Siyaseta reşkirin û berûjavjîkirina rastiyan ku ragîhandina dewleta Tirk dide meşandin li ser esasê veşartina qurbaniyên sivîl û hedefgirtina mal û milkên welatiyan pk tê. Ev yek mezintirîn rayedarên dewleta Tirk bê ku ji xwe şerim bikin jî dibêjin.

Di dîmen û wêneyên ku rojane ji hindirê Efrînê têne kişandin de qurbaniyên sivîl ku ji ber bombebaran û topbarana rojane ya Artêşa Tirk, Cebhet El-Nusra û DAIŞ yên terorist pêk tên diyar dibe,  ev gihana saziyên çapemeniyê yên herêmî û navdewletî jî û rastiyan eşkere diyar dike. Dewleta Tirk bi vê yekê dest bi pîlaneke din ku ji bo redkirina rastia qetilkirina sivîlan ku rojane bi êrîşa wan a li ser Efrînê pêk tê, kirin.  Pîlana wan a nû ew ku li pey malperên tevna civakî ya Facbook û Tiwte yên çalakvanên ku dilê wan bi berxwedna Efrînê ya li dijî êrîşa Dewleta Tirk e, bikevin. Li pey rûpelên facbookê yên ne ferî û nûnertiya me bi tu awayî nakin, ketin. Wêneyên ne fermî û ne belgekirî ku wan çalakvanan bê ku dema û cihê wê zelal bikin, li ser rûpelên xwe yên Facbook û Tiwterê weşandin, ketin. Odeya çalakiyan a ragîhandinê ya Dewleta Tirk van bûyerên kesan bikar tînin. Bi vê yekê hewl didin ku piştgiriya hemleya xwe ya ragîhandinê ku ji bo reşkirinê pêk tê, bikin.

Ew jî dizane ku ew cîhana malperên civakî nûnertiya hêzên me nakin û ne ragîhandina me ya fermî. Di heman demê de ji Odeya Ragîhandinê ya Dewleta Tirk ne dûre ku bi xwe hin malperên civakî çêkirine û wan malperan ji bo ermancên xwe bikar tînin. Ew wan dîmen û wêneyên ne rast ên ne belgekirî diweşînin û bi zanebûn di siyasetên xwe yên reşkirinê de bikar tînin.

Herî dawî jî Serokatiya Hikûmeta Tirkiyê dosyak ji mînakên wan malperan amade kir û li ser asteke berfireh weşandin, armanca wan jî ji vê yekê ewe ku inkar bike ku di encama êrîşa wan a hovane ya li ser Efrînê de welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Em wekî navenda Ragîhandinê ya QSD’ê di riwê ragîhandina dewleta Tirk û istxbaratên wê de disekin in ku heger karibin ne rastî yan berûvajîkirin di nûçeyek, wêneyek yan dîmenek ku ji aliyê Navenda me ya Ragîhandinê yan navenda Ragîhandina YPG yên fermî an Fecbook û Twterên me de, an jî yên Desteyên Rêveberiya Xweser a Efrînê (Heyva SOr, Meclîsa Tenduristiyê û Desteya Parastinê) derbixin.

Em tekez dikin ku hejmara şehîd û birîndarên sivîl ên Efrînê bi awayekî fermî û nav, navê bav û paşnav li nexweşxaneyan û Desteya Tenduristî yên Efrînê hatine belgekirin. Şehîdên me yên sivîl û şervan di merasîmên fermî de ji aliyê şêniyên Efrînê ve li ber çavên hemû saziyên çapemeniyê yên herêmî û biyanî pêk tên. Ev tu kes nikare derbarê wê de gumanan derbixe.

Tevî em ji tiştên li ser malperên kesayetî ku ji aliyê çalakvan yan kesekî dilê wî bi ser Efrînê û berxwedana wê ve derdikeve, ne berpirsyar in, lê car de jî em ji wan kesan re dibêjin ku beriya wêne, dîmen an jî nûçeyekê li ser malperên xwe biweşîn in, divê tekez bikin. Divê tiştên bêne weşandin xwe bispêre xebatkarên ragîhandinê yên ji hindirê Efrînê têne weşandin. Bi vê yekê da em rê li ber dewleta Tirk û ragîhandina wan bigirin ku şaştiyan an hin kêmasiyan heger werin kirin, ji bo siyasetên xwe yên berûvajîkirina rastiyan û reşkirinê bikar bînin.

Tu hewceya me bi wêneyên ne rast ku ne hatibin belgekirin nîne. Ji ber dîmen û wêneyên ji hindirê Efrînê têne weşandin têrê dike ku belgeyên rastiya êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê ji sûcên li dijî mirovahiyê ku li Efrînê pêk tîn in, eşkere bike.

Em tekez dikin ku deweleta Tirk a êrîşkar karên reşkirin û berûvajîkirin rastiya dike, ew rojane û kêlî bi kêlî wana kiriyaran pêk tîn in. Ev ne ji aliyên din ve pêk tê wekî ew îda dikin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …