QSD: Li gelek eniyên Efrînê şerekî giran qewimî, 30 çete hatin kuştin

EFRÎN – QSDʹê ragihand ku di 24 saetên dawî yên şerê Efrînê de, li gelek eniyan şerên dijwar di navbera şervanên QSDʹê û artêşa dagirker û çeteyên wê de qewimî. Di encama van şeran de 30 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandina QSDʹê bîlanço bi daxuyaniyekê ragihand.

Daxuyanî wiha ye:

ʺTevî biryara Konseya Ewlehiyê ya navneteweyî ya rawestandina şerê li Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker êrîşên li dijî herêma Efrînê didomîne û sivîlan hedef digire. Dewleta Tirk bi vê yekê biryara konseyê binpê dike. Li hember van êrîşan hêzên me jî neçarin mafê xwe parastinê bi kar bînin û bersiva êrîşan bidin.

Bîlançoya şerê 24 saetên dawî:

Bajarê Efrînê

Bombebarana balafirên Tirk a li ser taxên bajarê Efrînê dom kir. Di bombebaranê de duh beşa zarokan a nexweşxaneya Avirîn jî hat hedefgirtin.

Cindirêsê

Tevahî gundên eniya Cindirêsê di navbera şervanên me û Artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî. Şerê herî giran li gundê Satiya rû da. Li aliyekî din jî Artêşa dagirker bi çekên giran û balafiran êrîşan vê eniyê dikirin.

Bilbilê

Tevahî gundên Bilbilê bûn qada şerê di navbera şervanên me û Artêşa dagirker û çeteyên wê. Bi van şeran re hemwext, dagirkeriya Tirk bi çekên giran û balafiran ev gund digirtin. Şerê herî giran û bombebarana herî dijwar li gundê Bêlê bû. Di encama şerê ku duh li vê eniyê qewimî de, 19 çete hatin kuştin.

Şiyê 

Li eniya gundên Mişkê, Mixara û Çeqmaqa ji duh ve şerekî dijwar di navbera şervanên me û Artêşa Tirk a dagirker de rû dide. di encamê de 11 çete hatin kuştin. Bi van şeran re hemwext, dagirkeriya Tirk bi çekên giran û balafiran ev gund hedef digirtin.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …