QSD: Îdîa ne rastin, li ser seranserî sînor berxwedaneke dîrokî tê meşandin

 NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê îdîayên dezgehên çapemeniya Tirk a bi destxistina derwandin. QSD`ê diyar kir  li ser seranserî sînor li hemberî artêşa Tirk û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî  tê meşandin.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê û seranserî sînorê Bakurê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya QSD`ê wiha yeʺÊrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser xaka Efrînê bê navber didomin. Ruxmê ku heya niha pêşketineke mezin li ser erdê nehatiye çêkirin jî dezgeyên çapemeniya Tirk îdîa dikin ku 8 kilometre pêşde çûne. Berovajî vê, li seranserê xeta sînor di navbera şervanên QSD û çeteyên artêşa dagirker de şer û pevçûnên giran rû didin.

Di 22`ê mehê ber bi sibê di saet 03:00`an de şervanên me li dijî du baregehên çeteyên artêşa Tirk a dagirker yên li Ezazê çalakiyên hemwext pêk anîn. Di encama çalakiyan de, li cihekî herî kêm 6 çete hatin kuştin. Li gel ku di encama çalakiya din de gelek çete hatin birîndarkirin jî, di derbarê kuştiyan de agahiyên zelal bidest neketin. Di sibeha 22`ê mehê de artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û keşfê û her wiha bi tank û topan êrîşeke berfireh li seranserê xeta sînor lidar xist. Di navbera çeteyên ku dixwestin di bin parastina balafiran de herêmê dagir bikin û hêzên me de pevçûnên giran rû dan û hîn jî berdewam dikin. Çeteyên ku di bakûrê Efrînê de şikestin di xeta Ezazê de xwestin êrîş bikin. Li ser bersivdana hêzên me li gundên Dîkmedaş, Eyn Deqnê, Minix û derdorê wê pevçûnên giran didomin. Li navçeya Bilbilê, piştî êrîşên hewayî, hewldana çeteyên artêşa dagirker a girtina girê Bilbilê rastî bersivdana hêzên me hat û şer berdewam dike. Li navçeya Raco careke din sivîl hatin hedef girtin. Her wiha hewldana çeteyên artêşa dagirker a desteserkirina gundê Xelîl û girê Îzahê yên girêdayî navçeya Şiyê hate astengkirin û di vê herêmê de jî şer berdewm e. Di encama pevçûnan de 3 tankên artêşa dagirker hatin derbkirin. Di pevçûnên heya niha hatiye qewimîn de 40 leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Ruxmê giraniya êrîşên hewayî jî artêşa Tirk a dagirker di bejahî de hîn pêşneketiye, nûçeyên derew bi armanca propagandayê belav dike. Di gundên ku îda dike bidest xistiye de şer û pevçûn bi giranî didomin. Di hemû çeperên seranserê xeta sînor de, şervanên QSDê, hêzên YPG û YPJ`ê, hêzên Asayîşê, Hêzên Parastina Cewherî, Hêzên Erka Xweparastinê û şêniyên herêmê mil bi mil berxwedaneke dîrokî raber dikin.

Artêşa Tirk a dagirker di 22`ê mehê piştî nîvro li dijî 3 çeperên hêzên me û herêmên sivîl ên li Serêkaniyê êrîşên sûîkastê û topbaranê lidar xistin. Hêzên me yekser bersiv dan êrîşan. Di encama êrîşan de 3 hevalên me şehîd ketin, hevalek me jî brîndar bû. Wê agahiyên nasnameyên şehîdan pişt re bi raya giştî re were parvekirin. Herwiha di encama hedefgirtina herêmên sîvîl jî alî leşkerên Tirk ve 3 sîvîl jî brîndar bûn.

Em weke Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk careke din diyar dikin ku, berdêl her çi dibe bila bibe, em ê li hember êrîşkariya dewleta dagirker bêdeng nemînin.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …