QSD: hêzên me êrîşa li ser girê Qestelê şikandin

 EFRÎN – QSDa′ê ragihand ku şervanan êrîşa Artêşa Tirk a dagirker a li ser girê Qestelê  şikandin û derbeyên giran li wan dan.

Navenda Ragihandina QSD′ê derbarê şerê ku duh li herêma Efrînê rû da, daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye:

″Artêşa Tirk a dagirker duh di saetên sibehê de êrîşeke dijwar birin ser girê Qestelê yê navçeya Şera. Êrîş rastî bersivdayîna şervanên me û hat di encamê de li herêmê şer derket.

Şer bi saetan dom kir, şervanan êrîş şikandin û derbeyên giran li Artêşa dagirker dan.

Piştî ku êrîş hat şikandin, balafiran Artêşa Tirk girê Qestelê bombebaran kir. Her wiha gundê Qudê yê navçeya Raco jî rastî bombebarana balafirên Tirk hat.″

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …