QSD: Hêzên me 2 hilîkopterên Artêşa Tirk anîn xwarê

 NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragîhandina QSD’ê diyar kir ku hêzên wan roja şemiyê 2 hilîkopterên Artêşa Tirk anîn xwarê. Di herdû hilîkopteran de 11 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragîhadina QSD’ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û got ku hêzên wan roja şemiyê li Efrînê du hilîkopterên Arêtşa Tirk anîn xwarê.Di herdû helîkopteran de 11 leşker hatin kuştin.

Daxuyanî wihaye:

“Hêzên me roja şemiyê 2 hikîkopterên Artêşa Tirk li Efrînê anîn xwarê, me berê xistina helîkoptereke dijmin ji wan bi dîmen jî belge kiribû, Dewleta Tirk jî derbarê wê de mukir hat.

Lê di encama têkiliya ku me bi fermandarên xwe yên di eniyên şer re, agahî ku me lêkolîn kir û daxuyaniyên dewleta Tirk de  ku dibêjin 11 leşkerên wan di vê rojê de hatine kuştin, Hate zanîn ku hikîkoptera hatiya xistin a êrîşê ye û ekîba wê ji Fermandar û ên davêjin pêk tê. Li aliyê din di heman eniyê de şervanan me hilîkopterek Skorsî ya veguhestina leşkeran jî anîn xwarê. Di vê hikîkopterê de jî 9 leşkerên Tirk hebûn. Hemû hatin kuştin, bi vê yekê hejmara kuştiyên wan 11 leşker in wekî saziyên çapemeniyê yên Tirkiyê ragîhandin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …