QSD: Gelek leşkerên Tirk hatin kuştin û li gelek eniyan şer e

EFRÎN – Navenda Ragihandina QSDʹê diyar kir ku di 24 saetên dawî yên şerê Efrînê de, dagirkeriya Tirk derbeyên giran xwarin, gelek leşker hatin kuştin û li gelek eniyan şer e.

Bîlanço bi daxuyaniyekê hat ragihandin.

Daxuyanî wiha ye:

ʺTevî biryara Konseya Ewlekariyê ya navneteweyî ya agirbesta li Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker êrîşên ên li ser herêma Efrînê didomîne, zagonên navneteweyî binpê dike û sivîlan hedef digire. Li hember van êrîşan hêzên me neçarin di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan bidin û gelê xwe biparêzin.

Bajarê Efrînê

Ji şevê din ve dewleta Tirk a dagirker êrîşên bi çekên giran û balafiran ên li ser piraniya taxên bajarê Efrînê didomîne da sivîlan neçar bike ku sivîl warên xwe terk bikin.

Di encama bombebaranê de gelek sivîl şehîd û birîndar bûn (piraniya wan jin û zarok bûn). Êrîşa bi top û balafiran a li ser navenda bajar didome.

Her wiha taxa Eşrefiyê û gundên Til Tiwêl û Cumkê yên bajarê Efrînê ji şevê din ve rastî êrîşên bi çekên giran û balafirên Tirk tê.

Şêrawa

duh li gundên Şadiya û Xezawiyê ya di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de heta êvarê dom kir. Hêzên me tesbît kirin ku duh piştî nîvro li herêmê 14 çete hatin kuştin.

Şera

Li eniya gundê Meydankê şerekî dijwar di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de bênavber didome.

Duh şervanên me erebeyeke leşkerî ya dagirkeran hedef girtin, di encamê de erebe bi temamî hat rûxandin û hemû leşkerên tê de hatin kuştin.

Şerê li vê eniyê heta saetên sibehê dom kir û hêzên me derbeyên giran li dagirkeran dan.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …