QSD: Êrîşkaran derbeyên giran di 24 saetan de xwarin

EFRÎN – Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk a Efrînê bi daxuyaniyekê encamên şer û pevçûnên di navbera şervanên berxwedana serdemê û artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê de eşkere kirin.

Efrîn/navenda bajêr

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê navneda bajarê Efrînê û çerxeriya gundê Ênhecerê ji seaetên serê vê sibê ve bi çekên giran topbaran kirin. Topbaran heta saet 11:00’an dom kir.

Şevê din saet di 19:00’an de jî dagirkeran bi çekên giran taxa Eşrefiyê û gundê Turindê yê bi ser bajarê Efrînê ve topbaran kirin.

Şera

Li eniya gundên Sarîncekê û Duraqliya artêşa dagirker û çeteyên wê duh bi çekên giran derdora herdu gundan heta saet 17:00’an topbaran kirin.

Piştre di navbera şervanên me û hêzên dagirker de pevçûn rûdan û piştre jî balefirên dagirkeran gundê Duraqliya bombebaran kir.

Ji saetên sibê ve artêşa dagirker û çeteyên wê gundê Dêrsiwanê bi çekên giran topbaran kir û heta saet 11:00’an berdewam kir. Di encamê de ziyan bi mal û milkên welatiyên sivîl bûn.

Şiyê

Li eniyên navçeya Şiyê artêşa dagirker û çeteyên wê bi çekên giran hemû gundên navçeyê topbaran kirin. Topbaran ji şevê din heta îro saet 11:00’an berdewam kir.

Li gundê Çeqela hêzên dagirker bi çekên giran heta dema amadekirina vê nûçeyê gund topbaran dikin.

Reco

Li eniya gundê Qude di navbera şervanên me û hêzên dagirker de pevçûnên dijwar rû dan. Şervanên me êrîşeke dagirkeran li vê eniyê şikandin û hin çekên dagirkeran desteser kirin. Çete neçar man paşve birevin.

Îro ji serê sibê ve artêşa dagirker bi çekên giran gundê Qude û derdora wê topbaran dikin, balefirên dagirkeran jî bê navber li ezmanê vê deverê digerin.

Bilbilê

Di navbera şervanên me û hêzên dagirker de şevê din saet di 19:00’an de pevçûnên giran rûdan û di encamê de ziyanên mezin bi êrîşkaran bû û li gorî şervanan piştrast kirine tankeke êrîşkaran hatiye teqandin.

Ji saetên serê sibê ve balefirên keşfê yên artêşa dagirker li ezmanê navçeya Bilbilê bê navber digerin. Hêzên dagirker gir û gundên navçeyê bi çekên giran topbaran dikin.”

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …