QSD encamên şerê 24 saetên dawî eşkere kir

EFRÎN – Navenda çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê endamên şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li Efrînê pêk hatine eşkere kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku şervanên QSD’ê helîkopterek li gundê Qude xistin xwarê û bi dehan leşkerên Tirk û çeteyan kuştine

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

RECO

Li gundê Qude şervanên me nêzî saet di 12:00’an nîvroj de helîkoptereke artêşa dagirker a Tirkiyeyê xistin xwarê.

Balefirên artêşa dagirker firneya nan a navneda navçeya Reco armanc girtin û di encamê de ziyaneke mezin bi firenyê bû û di encamê de ji kar hate derxistin.

Li derdora gundê Qude şervanên me duh saet di 14:00’an de tirekseke dagirkeran armanc girtin û bi temamî rûxandin.

Leşkerên Tirk û çeteyên wê duh ji saet 16:00’an ve gundê Cela bi awayekî hovane bi çekên giran topbaran kirin û gundê Qude rastî êrîşa balefiran hat.

Îro saet di 09:00’an de di navbera hêzên me û artêşa dagirker de li derdora gundê Qude pevçûnên giran rû dan û di encamê de gelek çete hatin kuştin. Saet di 22:30’an de li heman deverê pevçûn rûdan.

Saet di 13:00’an de helîkopterên dijmin li ser gundê Qude geriyan û malên sivîlan armanc girtin.

ŞIYÊ

Duh saet de 15:00’an de li derdora gundê Hec Bilêl di navbera hêzên me û terorîstan de pevçûn derketin û di encamê de gelek çete hatin kuştin. Kuştiyên çeteyan ku hatine piştrastkirin 25 çete bûn.

Saet di 16:00’an de balefirên dagirkeran li ser gundê Şikefta û Turmûşa geriyan  û piştre diyar bû ku balefiran li gundê  Şikefta komkujiyek pêk aniye û xaniyekî sivîlan bi ser xwediyên wê de hilweşandiye û piştî ku balefir dûr ketin cenaze ji bin bermahiyên hilweşandî hatin derxistin.

Saet di 01:45’an de balefirên şer derdora navenda Şiyê armanc girtin

Hêzên me li derdora gundê Hec Bilêl panzêreke dagirkeran armanc girtin û bi temamî rûxandin.

CINDIRÊSÊ

Saet di 16:00’an de gundê Axçelê rastî gelek êrîşên ezmanî hat û di heman demê de eniya gundê Kanî Gewrikê bi çekên giran hate topbarankirin. Gelek deverên çiyayê Beyreqdar yê nêzî gundê Hemamê bi çekên giran hate topbarankirin.

Di dîmenan de eşkere bû ku tankên Tirkiyeyê ji nava kampa Atmê ve gundên Dêrbelût, Axçelê û Mile Xelîla topbaran dike û koçberan ji xwe re weke mertalên zindî bikar tîne.

Li gundê Hec Iskender di navbera hêzên me û leşkerên atêşa Tirk de pevçûnên giran rûdan.

ŞERA

Artêşa dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovane û bi çekên giran gundên Êzdiyan, Baflûnê û Ereb Wêranê armanc girtin. Her wiha helîkopter li ser gundê Omera saet di 13:00’an de geriya.

Saet di 13:00’an de artêşa dagirker û komên terorîst Navenda belavkirina ava vexwarinê ya gundê Metîna topbaran kirin û di encamê de ziyan bi navendê bûn.

Saet di 13:00’an de balefirên artêşa dagirker maleke sivîlan armanc girtin û di encamê de welatiyekî sivîl şehîd bû û 2 welatiyên din jî birîndar bûn.

BILBILÊ

Balefirên artêşa dagirker li dijî gundê Qestel Xidriya êrîşek saet di 01:00 de pêk anîn.

Di navbera hêzên me û leşkerên artêşa Tirk û komên terorîst de pevçûn rûdan. Pevçûn ji saet 09:00’an ve destpê kirin heta niha hêjî berdewam in.

Balefirên şer ên artêşa dagirker duh saet di 23:00’an de li giştî ezmanê Efrînê geriyan û îro jî saet di 11:00’an de geriyan. Li gundikê Mûsankê yê girêdayî bajarê Efrînê 4 top ketin.

Navenda çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …