QSD: Em di qonaxên dawî yên li dijî teroristan de ne û wê dawîkirina serkeftinên me li Efrînê be

 NAVENDA NÛÇEYAN –  Fermandariya Giştî ya QSD’ê ji Rûsiya xwest ku helwesta xwe ji êrîşên li ser Efrînê nîşan bide û got ku sekeftina li dijî teroristan nêzîk bûye û wê li Efrînê mayînde bibe.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê  têkildarî êrîşên Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi civîneke çapemenî li navçeya Eyn Îsa ji aliyê Berdevkê QSD`ê Kîno Gebrîil hate xwendin. Di daxuyaniyê de, fermandarên QSD û gelek dezgehên çapemenî amade bûn. Di axuyaniyê de di serî de ji Rûsiya û Koalîsyona Navdewletî xwestin ku derbarê êrîşan dewleta Tirk ên li ser Efrînê helwesta xwe diyar bike û got ku hêzên QSD’ê wê serekftina meyînn de ya li dijî teroristan li Efrînê pêk were.

Daxuyanî wiha ye: “Bê guman ku tekoşîna cîhanê ya di şerê li dijî terorê de bi rizgakririna Reqa û Mûsilê gihişt asta xwe ya herî jor. Çeteyên DAIŞ’ê kêferata dawî li Bûkemal a Sûriyê dikşîne. Bi vê yekê hêviya azadî û demokrasiyê  ji gelê Sûriyê û cîhanê re çêbû. Bi vêyekê re êdî her kesî behsa aramî û aştiya li Sûriyê dikir û bi vê yekê êdî riya dawîkirina êşa gelê Sûriyê nêzîk bû. Di heman demê de bi vê yekê re Koalîsyona Navdwletî xwe ji bo ragîhandina serkeftina dawî ya li dijî DAIŞ’ê amade dikir û ev yek wê dinava hefteyekê yan zêdetir pêk hatiba.

Lê ji ber êrîşan û nijatperestiya AKP’ê ya li dijî pêkhateyên Sûriyê bi giştî û gelê Sûriyê bi taybetî , Artêşa Tirk dest bi êrîşeke dijminane li dijî hêzên QSD’ê yên li kantona Efrînê kirin.Bi vê yekê êrîşên xwe yên dijminane yên li dijî gelê Sûriyê dewam kir. Dewleta Tirk bi piştgiirya xwe ya bi çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nusera, Ehrar El-Şam û komên din ên wekî wan Sûriyê veguherî dojgeh û waranî li ser gelê wê bi xwe re anî. Dewleta Tirk dema sekeftinên mezin li dijî komên terrorist hate bidestxistin, hêviyên wan ên li Bakurê Sûriyê têk çûn, lewma êrîşî hêzên me kir, da ku derfetê ji rêxistinên teroirst ên kêferata mirinê dikin re vekir û wiha temenê wan dirêj kir. Êrîşa li ser Efrînê di vê çarçoveyê pêk hatiye. Armanca wan hêzên me bi parstina wan herêman muştixul bikin.

Ev êrîşa hovane ku li dijî pêkhateyên Sûriyê pêk tê, di heman demê de piştgiriya zelal û vekirî ya ji çeteyên DAIŞ’ê re ye. Tevî ku bajar û bajarokên sereke yên di bin dagirkiriya wan de bû ji aliyê hêzên me ve hatin rizgakririn, lê hîn jî hêza wî li ser koşeya sînorê Îraq û Sûriyê heye. Hîn bi hezaran şerkerên wan wan hene, di heman demê de şanikên wan ên razayî li herêmên rirzgarkirî hene, li bende fermanê ne ku tevbigirin. Dewleta Tirk mijara damezirandina Parêzvanên Sînor ku bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî pêk hate wekî behane bikar anî û êrîşî gelê me kir. Ev behaneya wan nayê qebûlkirin.

Sînorê me bi Tirkiyê re dirêje, dinava 6 salên şerê li Sûriyê dewleta Tirk nikare yek binpêkirinan ji aliyê hêzên me bi aliyê sînorê xwe ve derxîne. Di heman demê de em dikarin bi dehan binpêkirinên Arêtşa Tirk li ser sînor û binpêkirinên wan ji mafê mirovan re derxînin. Gelek welatiyên me êşkence kirin û heta giha qetilkirina insanên me bi xwîneke sar. Hemû yasayên mafê mirovan ên navdewletî binpê kirin. Binpêkirinên wan hîn jî lise sînorê me di aliyê ezmanî û bejahî de didome. Bajar û gundên me topbaran û bombebaran dikin. Hemû yasayên navdewletî binpê dikin û irfên cîrantiyê derbas dikin. Tevî vê yekê em her dem li ser esasê sebrê û xwergirtinê tevigeriyan, armanca me ji vê eykê ew bû ku têkiliyên cîrantiyê yên baş werin avakirin. Me berê hemû hêza xwe da şerê li dijî DAIŞ’ê. Di nerîna me de ev yek sedema serekeye ku hikûmeta AKP cesaret kir û êrîşî herêmên me kir

JI ber dewlet Tirk di şerê xwe yê vekirî ku li dijî gelê me daye destpêkirin têk çû, hemû komên çete û rêxistinên cûda ku perdeya ji ser riwê xwe rakirin riwê xwe yê rast derxistin niha bi nasnameya dewleta Tirk êrîşî hêzên me dikin. Êrîşa li ser Efrînê destpê kirin. Artêşa Tirk wê derbeyên giran bixe û gelek windahiyan bide. Hêzên me yên QSD’ ê wê derbeyên giran li wan bixin. Em di wê baweriyê de ne ku dewleta Tirk çira kesik ne girtiba wê cesaret ne kiriba ku êrîşî gelê me bike û li dijî zarokên me komkujiyan pêk bîne. Rûsiya ji erkên xwe yên exlaqî dûr ket û çira kesik ( rê da) ku balafirên wan li ezmanê Efrînê bigerin û êrîşî mebikin. Ev herêma rastî êrîşan tê herêma di bin çavdêriya radarên Rûsiya ye.

Rê nayê dayîn ku tu balafir bê agahiyên Rûsiya li wê herêmê bigerin. Ji ber vê yekê em ji Rûsiya dixwazin ku helwesta xwe ya derbarê detayên êrîşa dijminane ya Tirkiyê ku li dijî gelê me yê aştîxwaz pêk hatiye diyar bike.

Ji Rûsiya tê xwestin ku di riya saziyên xwe yên fermî helwesta xwe derbarê vê êrîşê de diyar bike û têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide. Di heman demê de Koalîsyona navdewletî ku şirîkê me yên şerê terorê ne, me bi wan re şerê rumetê ji bo tunekirina teroristê da meşandin û me bi hev re serekftinên mezin bidest xist. Şerê li dijî teroristan ber bi serkeftina dawî ve diçû, lê destwerdana dewleta Tirk ji bo valaderxistina vê serkeftinê pêk hat. Ji ber vê yekê ji Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê jî tê xwestin ku berpirsyariyên xwe yên derbarê hêzên me û gelê me yên Efrînê bi cih bîne. Em bang li hemû hêzên demokratîk û gelên aştîxwaz dikin ku piştgiriya gelê me yê rastî êrîşeke hovane tê bikin û helwestek xurt derbarê êrîşên hovane nîşan bidin.

Em keda û helwesta dewletên ku êrîş şermezar kirin beriz dinirxînin. Di heman demê de em ji gelê xwe re tekez dikin ku em ê li berxwe bidin û têkçûyînek mezin bi ser êrîşkaran de bîne em ê li Efrîn jî wekî Kobanê serkeftinê bidest bixin.

Bi hemn muralî em berxwedana gelê xwe yê Efrînê ku li bajar û gundên xwe man û li pey lîstokan neçûn, koçber nebûn û malên xwe terik nekirin dikin. Em di qonaxên dawî yên li dijî teroristan de ne û wê dawîkirina serkeftinên me li Efrînê be.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …