QSD: Di bersiva şervanên me de bêtirî 30 çete hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî Efrînê û berxwedana serdemê ya Efrînê yên 24 saetên dawî eşkere kir.

Daxuyaniya Navneda Çapemeniya QSD’ê wiha ye:

“Tevî ku Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî biryara 2401 ya agirbesta li Sûriyeyê pesend kir, lê dîsa jî artêşa Tirk hovîtiya xwe li dijî herêma Efrînê berdewam dike û biryarên navnetewî binpê dike. Artêşa Tirk a dagirker hemû teknolojiya xwe ya leşkerî bi armanca qirkirina gelê Efrînê bikar tîne. Ji ber vê yekê hêzên me neçar man mafê xwe yê xweparastinê bikar bînin û êrîşên dagirkeran bibersivînin. Encamên çalakiyên xweparastinê li herêma Efrînê wiha ne:

Şera

Hêzên me êrîşa leşkerên Tirk û komên terorîst ên girêdayî wê li derdora gundê Omera şikandin û di navbera hêzên me û êrîşkaran de pevçûn rû dan. Di encamê de derdora gund ji çeteyan hate paqijkirin û ziyanên mezin bi êrîkaran bûn. Li vir her wiha 20 çete hatin kuştin û siwareyeke leşkerî bi temamî hate rûxandin.

Ji saetên sibê ve leşkerên Tirk û komên çete bi çekên giran gundê Umera topbaran kirin û heta dema amadekirina vê raporê topbarana dagirkeran berdewam dikin. Balefirên şer jî bêtirî 15 êrîş li dijî gund pêk anîn.

Mabeta

Leşkerên Tirk û komên çete li derdora gundê Kurka êrîş kirin. Êrîşa çeteyan rastî bersivan şervanên me hat û di encamê de pevçûn rû dan. Di pevçûnan de 4 çete hatin kuştin.

Şiyê

Herdu gundên Senarê û Anqelê ev sê roj in bê navber ji aliyê leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wê ve tên armanc girtin. Hemû êrîşên dagirkeran ji aliyê şervanên me ve hatin bersivandin. Êrîşên dagirkeran di bin sîwana balefiran û çekên giran de pêk dihatin. Di encama pevçûnên li vê eniyê 7 çete hatin kuştin.

Cinderêsê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran navneda Cindirêsê û gundê Yalanqozê armanc digirin. Di encama topbarana dagirkeran de li gorî agahiyên destpêkê 2 welatiyên sivîl şehîd bûne û 3 welatiyên din jî birîndar bûne. Topbarana dagirkeran hêjî berdewam dike.

Helîkopterên dagirkeran di saetên êvarê de êrîşî gundê Hêkiçê kirin. Êrîşa dagirkeran rastî bersiva şervanên me hatin û di encamê de tirekseke dagirkeran hate rûxandin û tirekseke din hate bêbandorkirin.

Reco

Li derdora gundê Mûskê şervanên YPJ’ê êrîşa leşkerên Tirk û çeteyên wê şikandin. Di encama êrîşê de du siwareyên leşkerî yên êrîşkaran hatin rûxandin û kestên têde jî hatin kuştin.

Şêrewa

Artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran gundê Celemê topbaran kirin û di encamê de gelek ziyan bi malên welatiyên sivîl bûn. Her wiha hin welatiyên gund birîndar bûn.”

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …