QSD: Di 24 saetên dawî de 55 êrîşkar hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku tevî biryara agirbesta li Sûriyeyê, artêşa Tirk a dagirker hovîtiya xwe li dijî herêma Efrînê berdewam dike û encamên êrîş û bersivdayîna şervanên Efrînê yên 24 saetên dawî eşkere kir û diyar kir ku herî kêm 55 êrîşkar hatine kuştin.

Daxuyaniya Navenda Çapemeniya QSD’ê wiha ye:

“Tevî biryara Konseya Ewlehiyê ya navnetewî 2401 ku banga agirbesta li Sûriyeyê dike, dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê hovîtiya xwe li dijî gelê me yê Efrînê berdewam dikin û îradeya navnetewî binpê dikin. Hêzên me jî neçar man bersiva êrîşên dagirkeran bikin û parastina xwe bikin.

Reco

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û komên çete li eniyên Reco êrîş pêk anîn. Êrîşa wan ji aliyê leşkerên Yekîneyên Gelêrî yên artêşa Sûriyeyê ve hatin bersivdayîn û di encamê de pevçûn di navbera herdu aliyan de rû dan. Di heman demê de balefirên şer devera pevçûnan bombebaran kir û di ecamê de du leşkerên Yekîneyên Gelêrî di berxwedana serdemê de şehîd bûn û sê leşkerên din jî birîndar bûn.

Artêşa dagirker a Tirk û komên çete yên girêdayî wê aliyê gundê Hec Xelîl bi çekên giran topbaran kirin û di encamê de ziyan bi mal û milkên sivîlan bûn û hin welatî birîndar bûn.

Li ser dora gundê Mûskê komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê xwestin ber bi gund ve werin rastî bersiva hêzên me hatin û di encamê de pevçûn rû dan û du siwareyên leşkerî yên êrîşkaran hatin rûxandin û kesên têde hatin kuştin û yên din jî neçar man paşve birevin.

Li aliyê gundê Gewanda artêşa Tirk a dagirker û komên çete xwestin di saetên sibê de êrîş bikin rastî bersiva şervanên me hatin û di encamê de pevçûn li vir rûdan û pevçûnên li vir heta dema amadekirina vê raporê berdewam bûn.

Cindirêsê

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li aliyê gundê Hecîler êrîşek pêk anîn. Êrîşa dagirkeran rastî bersiva şervanên me hatin û di encamê de 8 çete di nava wan de leşkerên Tirk jî hebûn hatin kuştin.

Şevê din piştî nîvê şevê saet di 01:00’an de balefirên artêşa Tirkiyeyê êrîşên xwe li dijî navenda Cindirêsê pêk anîn.

Leşkerên Tirk û komên çete ji aliyê gundê Baflûrê êrîş kirin. Êrîşa wan ji aliyê şervanên me ve hate bersivdayîn û di encamê de pevçûn rûdan û ziyaneke mezin bi êrîşkaran bû.

Êrîşa dagirkeran di bin sîwana balefran de pêk dihat û navenda Cindirêsê armanc digirtin.

Balefirên artêşa Tirk îro di saetên sibê de gundê Yalanqozê armanc girtin û komkujiyek li dijî sivîlan pêk anî. Heyva Sor a Kurd heta dema amadekirina vê raporê hewl dida cenazeyan ji bin bermahiyên hilweşandî derbixîne.

Şiyê

Helîkopterên artêşa Tirkiyeyê gundên Anqelê û Senarê armanc girtin û êrîşa wan heta saetên derengiya şevê berdewam kir.

Li eniya gundên Anqelê û Senarê û heta gundê Qermîtliq leşkerên Tirk û çeteyan êrîş kirin. Êrîşa dagirkeran rastî bersiva şervanên me hat û pevçûn rû dan. Di heman demê de êrîşkaran çekên giran li dijî van gundan bikar anîn û pevçûn heta dema amadekirina vê raporê berdewam bûn.

Encama şer û pevçûnan li hemû eniyên şer 5 leşkerên Tirk û herî kêm 50 çete hatin kuştin û bêtirî 60 çeteyên din jî birîndar bûn.

Şervanên me 3 tankên Tirk derbe kirin û 6 siwareyên leşkerî yên cûda bêbandor kirin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …