QSD: Di 24 saetên dawî de 32 terorîst û 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

EFRÎN – QSD‘ê ragihandin ku di nava 24 saetên dawî ji şerên li Efrînê de 32 terorsît û 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û hejmareke hatin birîndarkirin.

Navenda Ragihand û Çapemaniyê ya QSD‘ê bi daxuxyaniyek bîlançoya 24 saetên dawî yên şerê li Efrînê diyar kir.

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya QSD‘ê hatibû belavkirin, ev agahî hatin dayîn:

1-Şera: Hêzên me duh êvarî, li derdora gundê Dêr Sewa li dijî maşîneyeke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke li dar xist. Di encamê de maşîne hate rûxnanbdin û kesên tê de hatin kuştin.

Di heman demê de gundê Şerayê bubû hedefa balafirên dagirkeriya Tirkiyê.

-Hêzên me li gundê Dêr Sewan yek ji serçeteyên Sultan Murad bi navaê Hesen El-Ehemd ku bi navê Babo Elî tê nasîn kuştin.

-Balafirên artêş Tirk a dagirker şevê din ji saet 8 hetanî 9 gundê Meryemîn bomberdûman kirin.

-Hêzên me şevê din  li gundê Elaqîna alaveke leşkerî ya dagirkeriya Tirkiyê hedef kir û ew îmha kir.

2-Mabata (El-Mebetlî): artêş Tirk a dagirker ji duh ve gundên Sara, Şeytana û girên derdora wê yên navçeya Mabata bomebe dike, di heman dema bomebebarkirinê de şer di navbera hêzên me û artêşa dagirker û terorîstên wê rû da.

3-Raco: Hêzên me çalakiyeke li dijî nûqteyteke leşkerî ya dagirkeriya Tirkiyê û terorîstên wê li dar xist. Di encamê de nûqteya wan bi temamî hate rûxandin û hejmareke mezin ji leşkerên artêşa Tirk û terorîstên wê hatin kuştin û miqdareke çek û cebilxane û lojîstîk ketin destê şervanên me.

Ji vê sibê ve li derdora gundê Moskayê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şer qewimî. Şer heta amadekirina vê raporê didome, di heman demê de li ser gund top têne avêtin.

4-Şera: Tevahî gundên derdora Şêrawa bi balafir û çekên giran hatin armanc kirin, artêşa Tirk û çeteyên wê kerwanê sivîlên ku ji bo piştgiriyê hatin Efrînê, hedef kirin. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

-Dîmenek din ji hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û terorîstên li dijî nirxên mirovahiyê û exlaqê derket; Welatiyekî sivîl ê Efrînê dema terektora xwe ji artêşa dagirker û çeteyên wê dixwest, bi awayekî hovane ji aliyê çete  û leşkeran ve hate qetilkirin.

5-Bajarê Efrînê: Ji beriya çend rojan ve bi armanca ku gel werin koçberkirin, artêşa dagirker û çeteyên wê bi çekên giran bajarê Efrînê topbaran kirin. Şevê din gelek top li bajar û navçeyên wê ketin.

6-Şiyê (Şêx Hedîd): Hêzên me li gundê Hîcê li dijî nûqteyeke artêşa Tirk a dagirker û terorîstên wê çalakiyeke li dar xist. Di encamê de nûqte bi temamî hate rûxandin û 8 terorîst hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên taybet 32 kuştiyên terorîstan û 4 yên artêşa Tirk a dagirker hene, her wiha 14 birîndarên terorîstan û 2 yên artêşa dagirker hene.

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …