QSD: Di 24 saetên dawî de 125 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin

 EFRÎN – QSDʹê ragihand ku di şerê 24 saetên dawî yên Efrînê de, 125 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandina QSDʹê bîlançoya 24 saetên dawî yên şerê Efrînê bi daxuyanioyekê ragihand.

Daxuyanî wiha ye:

ʺTevî biryara Konseya Ewlehiyê ya navneteweyî ya rawestandina şerê li Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker êrîşên li dijî herêma Efrînê didomîne û sivîlan hedef digire. Dewleta Tirk bi vê yekê biryara konseyê binpê dike. Li hember van êrîşan hêzên me jî neçarin mafê xwe parastinê bi kar bînin û bersiva êrîşan bidin.

Bîlançoya şerê 24 saetên dawî:

Bajarê Efrînê

Ji duh ve Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bênavber bi çekên giran û balafiran êrîşî bajar û herêmên derdorê dikin.

Cindirêsê

Ji duh ve gundên Şadira û Îska bi çekên û balafiran ji aliyê dagirkeriya Tirk ve têne hedefgirtin.

Bilbilê

Li eniya gundê Kotana duh ve bênavber di navbera şervanên QSDʹê û Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ʺDAIŞ û LE-Nusraʺ der diqewime. Her wiha dagirkeriya Tirk bi top û balafirên Tirk êrîş gund dike.

Hêzên me li vê eniyê erebeyeke Artêşa dagirker şopandin û hedef girtin. Diyar bû ku erebe bombebarkirî bû û dagirkeran amade kiribûn, da êrîşî eniyeke me bikin. Di encama teqandina erebeyê de zêdeyî 60 çeteyî hatin kuştin.

Li eniya gundên Qizilbaş Qaşa û Derwêş şer bi hemû dijwariya xwe didome. Hêzên me tesbît kirin ku di van şeran de heta niha 30 çete hatine kuştin. Li aliyekî din jî Artêşa dagirker bi çekên giran û balafiran êrîşî van gundan dike.

Şerawa

Li eniya gundê Basilê şer bi hemû dijwariya xwe didome û heta niha 14 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. Her wiha Artêşa dagirker bi top û balafiran êrîşî gund dikin.

Li eniya gundê Vîlat El-Qadî şerê di navbera şervanên QSDʹê û Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de bênavber didome. Di encamê de 15 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin. Li aliyekî din jî Artêşa dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û balafiran gund hedef digirin. Şerê li vê eniyê didome.

Şera

Li eniya bendava Meydankê girûpeke çete hewl dan ber bi bendavê ve pêşve biçin. Şervanan ev hewldan têk birin û çete neçar kirin ku paşve vekişin. Hêzên me diyar kirin ku di şerê li vê herêmê qewimî de, 6 çete hatin kuştin.

Raco

Eniya Racoyê bi çekên giran û balafiran rastî êrîşên herî dijwar ên dagirkeriya Tirk tên. Di êrîşan de tevahî gundên herêmê têne hedefgirtin (taybet girê Bîlal Hebeşî).ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …