QSD: Di 24 saetan de 11 leşker û 21 çete hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanên wan di 24 saetên dawî de 21 çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û 11 leşkerên artêşa dagirker a Tirkiyeyê li eniya Reco kuştine. Her wiha siwareyeke leşkerî li eniya Şiyê teqandin.

Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên şer û pevçûnên 24 saetên dawî di navbera şervanên wan û artêşa dagirker a Tirkiyeyê de eşkere kir.

Daxuyaniya navendê wiha ye:

“Navenda Çapemeniyê encamên şer û pevçûnan duh 10’ê sibatê belav kirin bêyî ku hejmarên rasteqîn were zanîn, lê piştre agahiyên berfirehtir hatin û diviyabû di nûçeyên duh de bihatibana weşandin.

Hêzên me piştrast kirin ku di van 24 saetên dawî de 21 terorîstên girêdayî tabûra bi navê Ehrar El-Şerqiyê û 11 leşkerên artêşa dagirker a Tirkiyeyê li eniya Reco kuştine. Her wiha li eniya Şiyê jî siwareyeke leşkerî teqandine û hate piştrastkirin ku 4 leşkerên di siwreyê de jî hatine kuştin.

Li eniya Cindirêsê di şer û pevçûnên duh de 11 terorîst hatine kuştin û 15 terorîstên din jî birîndar bûne.

Agahiyên berfireh ên 24 saetên dawî wiha ne:

Reco

Eniya Reco ji duh ve armanca êrîşên ezmanî ye û heta amadekirina vê raporê evan êrîş berdewam dikirin. Gundê Qude ku têde helîkopterek hatibû xistin rastî êrîşên dijwar hat û di heman demê de pevçûnên demkî di navbera hêzên me û artêşa dagirker de derketin. Her wiha duh saet di 16:00’an de gundê Xelîl Gulko rastî êrîşa balefiran hat.

Di heman demê de gundên Hec Cemala, Moseka, Kurrê, Şadiya, Bilêlka bûn armanca êrîşên ezmanî ya artêşa dagirker û hemû êrîş li dijî xaniyên sivîlan pêk hatin. Guman hene ku di van xaniyan de sivîl hebin û ji ber tevgera balefiran li van deveran ambolan nikarin cenazeyên sivîlan û birîndaran werbigirin.

Cindirêsê

Duh saet di 16:00’an de gundê Dêr Belûtê rastî êrîşeke ezmanî hat û di heman demê de di navbera hêzên me û artêşa dagirker û çeteyên wê de pevçûn rû dan.

Pevçûn li heman deveran heta saet 19:00’an berdewam kirin û asta pevçûnan girantir bû û qada şer berfirehtir bû û gundên Hemam û Hec Iskender girtin nava xwe û heta saetên dereng ên şevê berdewam kirin. Di heman demê de balefiran jî evan gund armanc girtin. Duh saet di 23:00’an de gundê Kefer Sefrê jî bû armanca balefiran. Di heman demê de tabûrên terorîst gundê Keferdelê bi çekên giran armanc girtin.

Li eniya gundên Dêr Belût, Hemam û Hec Iskender di saetên piştî şevê de asta pevçûnan hêdî bû û êrîşkar ziyanên mezin dîtin. Li gundê Hec Iskender saet di 09:00’an de pevçûn dîsa gur bûn û balefir dîsa gundên Axçelê û baflûrê di serê sibê de armanc girtin.

Şiyê

Duh saet di 15:00’an de hêzên me panzêreke êrîşkaran armanc girtin û teqandin û 4 leşkerên têde jî kuştin. Li derdora gundê Hec Bilal pevçûn di navbera hêzên me û êrîşkaran de dijwar bûn û heta nîvê şevê berdewam kirin.

Li heman eniya şer gundê Qermîtliq bû armanca topbarana tankên artêşa dagirker.

Şera

Duh gundên Baflûnê, Ereb Wêran, Dêrsiwan ji aliyê balerfiran ve hatin armanc girtin û heta saet 23:00’an dom kir û saet di 05:30’an de dîsa balefir vegeriyan û piştre pevçûnên dijwar di navbera hêzên me û artêşa dagirker de derketin û di encamê de ziyanên mezin bi çeteyan bûn. Li gorî şervanên me herî kêm cenazeyên 9 çeteyan hêjî li qada şer in û çekên wan jî ji aliyê şervanan ve hatine desteserkirin. Li vê deverê pevçûn heta dema amadekirina vê raporê berdewam bûn.

Mabeta

Li eniya navçeya Mabeta artêşa dagirker bi çekên girann bê navber gelek deverên navçeyê topbaran dike.

Balefirên artêşa dagirker hêjî li ser giştî herêma Efrînê tevdigerin.”

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …