QSD: Destdirêjiya li cenazeyên şervanan rûreşiya Artêşa dagirker e

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk diyar kir ku destdirêjiya li cenazeyên şervanan rûreşiya Artêşa Tirk a dagirker piştrast dike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajaroka Ezazê destdirêjî li ser cenazeyê şervanekî QSD′ê kirin. Derbarê mijarê de QSD′ê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Rojane dîmenên hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê derdikevin û eşkere dibe ku bi zanebûn destdirêjiyê li cenazeyan dikin û belgekirina van dîmenan rûreşiya artêşa dagirker û çete wê piştrast dike.

Beriya demekê giştî cîhan li hemberî dîmena destdirêjiya li dijî cenazeyê şervana YPJ’ê matmayî ma, her wiha gelek dîmenên îşkenceya li dijî welatiyên sivîl ku ji malên wan hatibûn revandin li ser malperên civakî hatin belavkirin. Li bajaroka Ezazê jî dîmenekî nû derket û têde bi cenazeyê şervanekî YPG’ê dilîzin. Bi van dîmenan eşkere dibe ku evan destdirêjî ne şaştiyek e lê belê bi zanbûn tê meşandin û rastiya artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê vedibêjin.

Şervanê me yê bi navê Ehmed Mihemed Henan (Amed) piştî berxwedaneke leheng li gundê Qestel Cindo yê Êzidî gihîşt asta şehadetê û ti carî paşda gav avêtina qebûl nekir û heta şehadetê parastina axa xwe kir.

Em weke Hêzên Sûriya Demokratîk diyar dikin ku lîstina çeteyan bi cenazeyê şehîdan, wê lehengiya şehîdan kêm nake. Em van dîmenan pêşkêşî çapemeniya cîhanê û raya giştî ya cîhanê dikin da ku rastiya van çeteyan nas bikin ku îdîaya şoreşgeriyê dikin.

Bêdengiya civaka navnetewî û rêxistinên mirovahî yên peywendîdar li hemberî van sûcdariyan rastiya wan li hemberî gumanan rû bi rû dihêle. Tirkiye û hevkarên wê yên çete hemû nirx û pîvanên mirovahiyê binpê dikin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …