QSD: 81 leşkerên û çete hatin kuştin, 5 erebe hatin rûxandin

EFRÎN – Navenda Ragihandina QSDʹê diyar kir ku di 24 saetên dawî yên şerê Efrînê de, herî kêm 81 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û 5 erebeyên dagirkeran hatin rûxandin.

Bîlanço bi daxuyaniyekê hat ragihandin.

Daxuyanî wiha ye:

ʺTevî biryara Konseya Ewlekariyê ya 2401 a agirbesta li Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker êrîşên li ser herêma Efrînê didomîne, sivîlan dike hedef û zagonên navneteweyî binpê dike. Li hember van êrîşan em neçarin di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiv bidin û gelê xwe biparêzin.

Bajarê Efrînê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bênavber bi çekên giran û balafiran êrîşî bajarê Efrînê dikin, da gel neçar bikin warên xwe terk bikin.

Bilbilê

Îro di saetên sibehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan ber bi gundê Qirigolê ve pêşve biçin. Ev hewldan ji aliyê hêzên me ve hat berisvandin û li herêmê şerekî dijwar rû dide. Di heman demê de herêm rastî êrîşa bi çekên giran û balafirên Tirk tên. Hat tesbîtkirin ku ji saetên sibehê de 19 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

Şiyê

Li gundên Domîşa, Şiketka û Maserkê ji duh ve di navbera hêzên me û artêşa Tirk û çeteyên wê de şer didome. Her wiha artêşa dagirker herêmê bi çekên giran û balafiran hedef digire.

Di van şeran de, 62 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, her wiha 5 erebeyên leşkerî yên dagirkeran bi temamî hatin rûxandin.

Şera

Li gundên Meydana û Basilê şerekî dijwar di navbera hêzên û artêşa dagirker de rû dide.

Di heman demê de, herêm rastî êrîşa bi çekên giran û balafirên Tirk hat. Şervanên me erebeyeke bombebarkirî ku çeteyan ji bo êrîşa li ser eniyên hêzên me amade kiribûn, hedef girtin. Di encamê de erebe di nava çeteyan de hat rûxandin û gelek çete hatin kuştin. Her wiha şervanên me erebeyeke zirxî ya veguhestina leşkerên Tirk û erebeyeke doçka desteser kirin.

Mabata

Duh dema ku welatiyên gundê Bedîna dixwestin vegerin gundên xwe, ji aliyê leşkerên Tirk û çeteyên wê ve hatin hedefgirtin. Di encamê de komkujiyek pêk hat û 9 sivîl şehîd bûn.

Şêrawa

Ji saetên sibehê ve li gundê Şadiya û Xezawiyê şerekî dijwar di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de rû dide. Li aliyekî din jî êrîşa bi balafir û çekên giran a dagirkeriya Tirk li ser gundê Mesrasê yê navenda bajarê Efrînê didome.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …