Navenda Ragîhandina ya QSD’ê derbarê hemleya bagera Cizîrê di malpera xwe ya fermî de got ku hêzên QSD’ê 3 gund û 7 mezreyên nêzî bajaroka Dişîşa ya stratejîk a başûr-rojhilatê Hesekê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Navenda QSD’ê da zanîn ku şervanên QSD’ê şervanan ji 2 baskan ve dest bi tevgerê kirin û got ku ji aliyê navçeya Şedadê ve şervanan karîbûn 7 kîlometreyan pêş ketin. Di vê herêmê de şervanan gundên El-Mercan, Kilêb Tehtanî û El-Xoyre, her wiha 7 mezreyên li derodra wan rizgarkirin.

Navenad Ragîhandina QSD’ê her wiha destnîşan kir ku di şerê giran ku li gundê Kilêb di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ’ê de rû dan, hejmarek çete hatin kuştin, her wiha motorsklêtek ku çeteyan bikar tanîn hedef girtin.

Tunel hatin dîtin

Li gundê Mircan jî şervanên QSD’ê  tureyek fireh a mayînan dîtin. Her wiha Ekîbên QSD’ê  yên pspor dest bi bê bandorkirina wan mayînan kirin. Di heman gundî de şervanan tureyek tunlên ku çeteyan bikar tanîn dîtin.

Di şerê rû da de 4 jê serçete (emir) bi giştî 46 çete hatin kuştin. 2 şervanên QSD’ê  jî birîndar bûn. hate gotin ku rewşa şervanên birîndar başe.

Eniya herêma Holê

Navenda Ragîhandinê ya QSD’ê derbarê eniya Holê de jî ev agahî dan: “Şervanên tevlî hemleyê bûne di heman demê de ji herêma Holê jî ketin tevgerê. li vir jî şervan ên me 7,5 kîlometreyan pêş ket. Li vir çete zêde liber xwe nadin, lê çete dixwazin bi hawanan hewl didin pêşketina şervanên me asteng bikin.”

Navenda Ragîhandina QSD’ê derbarê şerê sê rojan ê hemleyê de got ku Koalîsyona Navdewletî di aliyê ezmanî de piştgiriya şervanan dike û ev agahî dan.” Koalîsyona Navdewletî 21 caran tevgerên çeteyan bombebaran kirin, he wiha bi topêa giran 47 caran çeperên wan topbaran kirin, her wiha sê caran jî bi fûzayên Erd-Erd çete topbaran kirin.”