QSD′ê di 24 saetên dawî de derbeyên giran li dagirkeran dan

NAVENDA NÛÇEYAN – QSD′ê bîlançoya 24 saetên dawî yên şerê Efrînê ji raya giştî re ragihand.

Navenda Ragihandina QSD′ê bîlanço bi daxuyaniyekê ragihand.

Daxuyanî wiha ye:

″Tevî biryara Konseya Ewlekariyê ya navneteweyî ya agirbesta li Sûriyê, dewleta Tirk vê biryarê binpê dike û êrîşên li dijî herêma Efrînê didomîne. Li hember van êrîşan, hêzên me neçarin bersiv bidin û gelê herêmê biparêzin.

bîlançoya 24 saetên dawî wiha ye:

Bajarê Efrînê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û El-Nusra hovîtiya li dijî gelê Efrînê didomînin. Duh gundê Meydankê rastî topbaraneke dijwar a Artêşa dagirker hat. Di encamê de hejmarek sivîl (di nav de zarok û jin) şehîd û birîndar bûn.

Topbarana li ser gundên girêdayî bajarê Efrînê bênavber didome.

Raco

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin li eniya Racoyê pêşve biçin. Ev hewldan rastî bersivdayîna hêzên me hat. Duh şervanan li gundê Gewanda maşîneyeke leşkerî ya dagirkeran hedef girtin, di encamê maşîne bi temamî hat rûxandin, leşker û çeteyên tê de jî hatin kuştin.

Vê yekê re hemwext, hêzên me li eniya Elî Bîska maşîneke leşkerî ya dagirkeran hedef girtin. Maşîne bi temamî hat rûxandin û çeteyên tê de hatin kuştin.

Her wiha Artêşa Tirk û çeteyên wê hewl didan li eniya gundê Maseka jî pêşve biçin. Di bersivdayîna şervanan şerekî giran li herêmê rû dide.

Li aliyekî din jî duh balafirên Tirk gundê Bilîlka bombebaran kirin. Di heman demê de li vê eniyê şerekî dijwar di navbera hêzên me û Artêşa dagirker de qewimî. Di vî şerî de yekîneyên taybet (POH/JOH) beşdar bûn. Ev hêz jî ketin kemîna hêzên me û derbeyên giran xwarin. Ji ber vê Artêşa Tirk neçar ma bi riya balafirên Kobra hêzên xwe xelas kirin. Hêzên me balafir hedef girtin, di encamê de balafirek li nava erdên dewleta Tirk ket.

Di şerê ku duh li gundê Bilîlka de rû da de, bi dehan kuştî û birîndarên leşker û çeteyên Tirk çêbûn. Ragihandina Tirk beşek ji windahiyên xwe eşkere kir, beşek jî veşart.

Tobarana li ser gundên navçeyê bênavber didome.

Şera

Li eniya gundê Omera topbarana Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya bi çekên giran di roja sêyemîn de didome û Artêşa Tirk hewl dide li herêmê pêşve biçe. Hêzên me bersiva hewldanên dagirkeran didin û duh di saetên piştî nîvro de maşîneyeke leşkerî ya dagirkeran li li derdora gundê hedef girtin. Maşîne bi temamî hat rûxandin, leşker û çeteyên tê de jî hatin  kuştin.

Balafirên Tirk gundê Çema jî bombebaran kirin û noqteyên Qiwat Şebiye yên girêdayî Artêşa Sûriyê hedef girtin. Di encamê de bi hejmarek şehîd û birîndarên wan çêbûn.

Tobarana Artêşa Tirk a li ser gundên navçeyê  bênavber didome.

Cindirêsê

Artêşa Tirk a dagirker hewl da li eniya gundê Baflûrê pêşve were. Hêzên me bersiv dan, di encamê de şer li herêmê rû da û heta saetên derengiya şevê dom kirin. Hat zanîn ku di vî şerî de 26 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin. Di saetên sibehê de jî dagirkeran careke din hewl dan li herêmê pêçve werin, dîsa jî şervanên me bersiva wan dan û derbeyên giran li wan dan.

Duh balafirên Tirk  gundê Memîlka jî bombebaran kirin. Her wiha topbarana li ser gundên herêmê bênavber didome.

Şiyê

Artêşa dagirker vê eniyê bi çekên giran bi dijwarî topbaran dike. Di encamê de ziyan gihîşt malên sivîlan. Topbarana li ser herêmê bênavber didome.

Mabata

Ji duh ev tevahî gundên Mabatayê bênavber rastî topbaraneke dijwar a Artêşa Tirk a bi çekên giran tên. Her wiha leşkerên Tirk û çeteyên dixwestin li eniya gundê Dimilya pêşve biçin. Hêzên me bersiva wan dan û hewldan şikandin.

Artêşa Tirk îro di saetên sibehê de careke din hewl dan li eniya Dimilya û Bedîna pêçve werin. Di bersivdayîna şervanan de li herêmê şerekî dijwar derket. Şerê li herêmê didome.

Her wiha duh gundê Kaxirê jî rastî topbarana bi çekên giran a Artêşa Tirk hat. di encamê de hejmarek sivîl birîndar bûn.″

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …