QSD′ê bîlançoya 24 saetên dawî yên şerê Efrînê eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN –QSD′ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya şerê di navbera şervanên QSD′ê û Artêşa Tirk a dagirker de, eşkere kir.

Navenda Ragihandina QSD′ê bîlanço bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

Eniya Efrînê: Gundê Stêrk ji aliyê Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên El-Nusra û DAIŞ′ê bi çekên giran hat hedefgirtin. Êrîşa li ser gund heta saetên derengiya şevê dom kir û di encamê de ziyaneke mezin gihîşt malên sivîlan.

Her wiha şevê din balafirên Artêşa Tirk li asîmanê bajêr geriya. Saet di 03.30′an de jî Artêşa dagirker û çeteyên wê ji bajarê Ezazê gundên Cuqê û Stêr hedef girtin.

Eniya Cindirêsê: Şevê din saet di 03.30′an de hêzên me li derdora gundê Dêwa 4 erebeyên leşkerî yên Artêşa Tirk hedef girtin bi temamî rûxandin. (Bi dîmen hat belgekirin https://youtu.be/yvKGzeg1-Vw)

Her wiha şevê din li derdora gund jî wêneyên zarokên ku Artêşa Tirk wan di êrîşên li ser Efrînê de bi kar tîne, hatin belavkirin.  Di wêneyan de diyar bû ku girûpek zarok di nava alavên leşkerî de ne û ji wir herêma Cindirêsê tê tobarankirin.

Bi hedefgirtina goristana Ebdulreman jî hovîtiya Artêşa dagirker û çeteyên wê careke din derket hole.

Îro saet di 07.00′ê sibehê de balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmanê herêmê geriya.

Nîvroj saet di 13.00′an de jî Artêşa dagirker gundê Sendîkanê bi çekên giran hedef girt.

Di saetên piştî nîvroj de jî Artêşa Tirk û çeteyên El-Nusra û DAIŞ′ê hewl dan eniyên li gundên Mehemediye pêşve biçin. Di bersivdayîna şervanan de şer derket, Artêşa dagirker û çeteyên wê derbeyên giran xwarin, cenazeyên xwe li qadê hiştin û reviyan.

Eniya Şera: Şevê din saet di 21.00′an de balafirên Tirk gundê Baflûnê bombebaran kirin û malên sivîlan hedef girtin.

Eniya Raco: Şevê din hêzên me tevgera erebeyeke zirxî ya Arêtşa Tirk li gundê Kaniya Batmanê şopand û hedef girt.

Duh di saetên piştî nîvroj de gundê Xerabî Sorik ji aliyê Artêşa Tirk a çeteyên El-Nusra û DAIŞ′ê ve bi çekên giran hat hedefgirtin. Di encamê de ziyaneke mezin gihîşt malên sivîlan û mizgefta gund hat rûxandin.

Her wiha Artêşa Tirk û çeteyên El-Nusra û DAIŞ′ê gundê Hec Xelîl û derdora Çiyayê Mîra bi çekên giran hedef girtin.

Hêzên me şevê din li gundê Şadiya jî kemînek ji Artêşa Tirk û çeteyên wê re veda. Di encamê de erebeyek û tankeke Artêşa Tirk bi temamî hatin rûxandin, leşker û çeteyên tê de hatin kuştin.

Eniya Şiyê: Hêzên me şevê din tevgera Artêşa Tirk û çeteyên El-Nusra û DAIŞ′ê li derdora gundê Ceqela şopandin û kemînek vedan. Di encamê de erebeyeke Artêşa Tirk bi temamî hat rûxandin, hemû leşker û çeteyên di hundirê wê de hatin kuştin.

Dewleta Tirk eşkere têkîliya xwe bi DAIŞ′ê û El-Nusra re nîşan dide. Derbarê vê yekê de li eniya Cindirêsê dîmenên ku çeteyên El-Nusra, leşkerên Tirk ên birîndar radikirin, hatin belavkirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …