QSD′ê bîlançoya 24 saetên dawî yên şerê Efrînê diyar kir

NAVENDA NÛÇEYAN – QSD′ê bîlançoya 24 saetên dawî yên şerê Efrînê eşkere kir.

Navenda Ragihandina QSD′ê bîlanço bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

Eniya Şiyê: Gundê Erendê rastî hovîtiya Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ′ê û El-Nusra hat. Guman hene ku di êrîşa li ser gund de gazên hejrî yan madeyên kîmawî hatibin bikaranîn. Di encamê de gelek sivîl bandor bûn û li nexweşxaneya Avirîn têne dermankirin. Li hember vê yekê civaka navneteweyî bêdeng e.

Eniya Şêrawa: Artêşa dagirker û çeteyên wê di saetên sibehê de ji bajarê Ezazê gundên Cilbirê û Enabkê bi çekên giran topbaran kirin.

Eniya Şera: Gundê Mêremînê ji saetên sibehê ve ji aliyê dagirkeran ve bi çekên giran tê topbarankirin. Di topbaranê de mizgefta gund hat hedefgirtin û ziyan gihîşt mizgeftê.

Her wiha gundê Sarîncekê û Kobelka jî rastî êrîşên bi çekên giran hat. Li gorî agahiyên destpêkê, jinek û du mêr şehîd bûn. Her wiha birîndarên sivîl hene.

Eniya Bilbilê: Gundê Hesen Dêra ji saetên sibehê ve rastî tobarana bi çekên giran hat.

Eniya Raco: Şêniyên gundê Şadiya ji aliyê dagirkeran ve rastî kiryarên qirkirin û koçberkirinê tên. Di sala 2015′an de şervanên YPG′ê bi hevkariya koalisyona navneteweyî, komeke çeteyên DAIŞ′ê ji gundê Şiyûx derxistin, çete wê demê reviyan Tirkiyeyê. Di dîmeneke li gundê Şadiya hat belavkirin de, xuya bû ku ew koma çete niha li gundê Şadiya ne, gefên qirkirin û koçberkirinê li Kurdan dixwin. Bi dîmen hat belgekirin )https://youtu.be/AvRfsiFi82A(

Hêzên me li gundên Qudê û Belîlka li dijî noqteyên Artêşa dagirker û çeteyên DAIŞ′ê û El-Nusra du çalakî li dar xistin. Di encamê de li herêmê şer derket, li derdora gundê Qudê 7 leşkerên Tirk hatin kuştin û hejmarek leşker birîndar bûn. Li gundê Belîlka jî 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Eniya Cindirêsê: Li derdora gundê Dêwa di navbera hêzên me û Artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ′ê û El-Nusra de şer derket. Hat tesbîtkirin ku di şer de du çete hatin kuştin.″

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …