REQA – Lîwaya Şehîd Îlan Kobanê li gundê Marodê yê dikeve bakur rojhilatê bajarê Reqayê bi beşdariya rûspiyên êlên Reqayê, malbatên şehîdan û fermandarên QSDʹê, hat ragihandin.

Merasîma ragihandina lîwa bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Fermandarê QSDʹê Luqman Xelîl got ku tevahî gelên Bakurê Sûriyê ji bo rizgarkirina herêmên xwe ji terorê bedelên giran dan. Xelîl wiha got, ʺDivê şervan li gorî berpirsyariyên xwe bin û bikaribin axa welatê xwe biparêzin.ʺ

Bi navê rûspiyên êlan, şêx Mihemed Dîb axivî, avakirina Lîwaya Şehîd Îlan Kobanê pîroz kir û anî ziman ku dê armanca ji avakirina vê hêza leşkerî parastina gel be.

Mihemed da zanîn ku dagirkeriya Tirk dixwaze fitneyê bixe navbera gelên Bakurê Sûriyê de derbixe û wiha axivî, ʺEm ji dagirkeriya Tirk re dibêjin ku QSDʹê Reqa ji zulma DAIŞʹê rizgar kiriye. Dê bajarê zeytûnê Efrîn jî ji dagirkeriya Tirk û çeteyê wê were rizgarkirin.ʺ

Di dawiyê de şervanan soza leşkerî dan û gotin ku ew amade ne li hember êrîşên dijmin şer bikin.

Şehîd Îlan Kobanê di Berxwedana Serdemê de bi çalakiyeke fedayî şehîd bûye.

        

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ