NAVENDA NÛÇEYAN – QSD′ê nasnameyên 4 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir.
Navenda Ragihandina QSD′ê bi daxuyaniyekê nasnameyên têkoşerên diyar kir.
Daxuyanî wiha ye:
″Êrîşa dagirkeriya Tirk ên li ser herêma Efrînê bênavber didome. Li hember vê yekê zêdeyî mehekê ye ku şervanên me berxwedaneke destanî didin meşandin. Li hember komkujiyên Erdogan ên li dijî gelê Efrînê jî, civaka navneteweyî jî hê bêdeng e.
Di berxwedana Serdemê de 4 şervanên me ku fedekarî şer û axa welatê xwe parastin, şehîd bûn. Em soza şopandina riya şehîdên xwe didin û sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin.
Nasnameyên têkoşeran wiha ne:
Navê tevgerî: Lezgîn Botan
Nav û paşnav: Mihemed Toner Tonc
Navê dayîkê: Narîman
Navê bav: Şêxmûs
Cih û dîroka şehadetê: Efrîn (gundê Hec Bilêl ê Şiyê)-Sibata 2018′an
Navê tevgerî: Mizgîn Botan
Nav û paşnav: Guneş Êtmîş
Navê dayîkê: Hediye
Navê bav: Korkîn
Cih û dîroka şehadetê: Efrîn (gundê Diraqliya yê Şera)-Sibata 2018′an
Navê tevgerî: Cûdî Botan
Nav û paşnav: Idrîs Ecar
Navê dayîkê: Gulbire
Navê bav: Şeref
Cih û dîroka şehadetê: Efrîn (Cindirs)-Sibata 2018′an
Navê tevgerî: Yilmaz Çiya
Nav û paşnav: Ismet Hesen
Navê dayîkê: Nayle
Navê bav: Mustefa
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Girê Spî/1988
Cih û dîroka şehadetê: Efrîn (gundê Diraqliya yê Şera)-Sibata 2018′an