REQA – Di encama şerê li navenda bajarê Reqayê, miqdarek cebilxane ketin destê şervanên QSD′ê.
Hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê bi pêşveçûna şervanên QSD′ê berdewam dike. Di encama şerê giran ku şevê din heta vê sibehê li derdora nexweşxaneya Wetenî û stada reş a fotbolê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû dan de, miqdarek cebilxaneyên çeteyan ″10 RBG, 200 keleş, 2 fûze, 7 BKC û hejmarek mezin guleyên hawanê″ hatin bidestxistin″.
Şervanan îro di saetên sibehê de jî, taxa Nehda rizgar kirin.