QSD′ê li gundê Keber 5 çete girtin

DÊRAZORÊ – Şervanên QSD′ê li gundê Keber ê dikeve rojavayê Dêrazorê 5 çete (yek rê serçete) girtin.

Pêngava Bagera Cizîrê didome. Di operasyona rizgarkirina gundê Keber ê dikeve rojavayê bajarê Dêrazorê şervanên QSD′ê 5 çeteyên DAIŞ′ê (yek jê serçete) yên ku dixwestin derbasî herêmên rizgarkirî bibin, girtin.

Şervanên QSD′ê xebatên paqijkirina gundên rizgarkirî didomîne.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …