QSDʹê taxa Mensur a Reqayê rizgar kir

REQA– Şervanên QSDʹê taxa Mensur a rojhilatê bajarê Reqayê bi temanî ji çeteyên DAIŞʹê rizgar kirin. Li hin taxên din jî şer didome.

Şervanên QSDʹê pêşveçûna xwe ya di Reqayê de rojan e didomînin. Şervanan li baskê rojhilat ê Reqayê di encamê şerê giran  de, şervanên QSD`ê taxa Mansur bi temami ji çeteyan rizgar kirin. Di encama şerê li vir de 17 çete hatin kuştin. Li taxa Mirur jî şerên giran di navbera şervanan û çeteyan de rû dide. Di encamê de hate niha 3 çete hatine kuştin.

Li taxa Diriyê jî şer didome. Di encama şerê li vir de 6 çete hatin kuştin.

Li taxa Nehda û Rewda jî di navbera şervanan û çeteyan de şerê demkî rû dide.

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …