Piştî topbarana gundên Efrînê bêdengiya baldar tê jiyîn

EFRÎN – Di van demên niha de li gundên girêdayî devera Cindirêsê ya kantona Efrînê bêdengiyeke baldar tê jiyankirin, nemaze piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi awayekî hovane hin gundên girêdayî Cindirêsê topbaran kirin.

Çavkaniyên ji herêmê  ragihandin ku piştî topbaraneke hovane ji aliyê artêşa dagiker a Tirkiyeyê û çeteyên wê li dijî gundên nêzî deverên sînorê kantonê bi parêzgeha Idlibê re, niha bêdengiyeke baldar tê jiyankirin. Di encama van êrîşên çeteyan de tenê ziyanên madî derketin.

Li hemberî van êrîş û topbaranan şervanên Yekîneyên Parastina Gel/Jin (YPG/J) jêderên topbaranê bersivandin. Di derbarê ziyanên bi çeteyan bûne jî agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Hêjayî gotinê ye, ev hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li dijî Efrînê piştî daxuyaniyên dubare yên Erdogan li dijî Efrînê pêk tên.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …