Piştî hate rizgarkirin tevlî QSDʹê bû

REQQA– Ciwanê ku ji aliyê tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan tevî malbata xwe hate rizgarkirin, ji bo tola xwe û malbata xwe rabike tevlî QSDʹê bûye û di şerî rizgarkirina bajar de cih girtiye.REQA-JI-BU-TOLHIDANA-DAGIRKERIYA-DAISE-TEVLI-DIBE1 ‫(1)‬

Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSDʹê bi destpêka hemleyê re Qelib El-Esed ji çeteyan rizgar dikin. Piştî rizgar dibe tevlî nava refên QSDʹê dibe û ji wê demê ve dinava hêzên QSDʹê de ji bo tolhildana xizmên xwe şerê çeteyan dike.

Dema Qelib El-Esed tevî malbata xwe dixwest ji Reqayê derkeve, ji alikyê çeteyên DAIŞʹê ve hate êşkencekirin. El-Esed tevî malbata xwe gelek caran hewl dan xwe ji çeteyan rizgar bikin û bighên cihên bi ewle. Lê çeteyan ew bi şêwazên cûda didan rawestandin û gefa serjêkirinê lê dixwarin.

Şervanê QSDʹê Qelib El-Esed têkildarî tevlîbûna nava QSDʹê ji ajansa me re axivî û got ku dema dixwest derkevin çeteyan ji wan re digotin ku ew nikarin ji taxên di bin dagirkiriya çeteyên DAIŞʹê derkevin.

Qelib El-Esed her wiha da zanîn ku ew bê nan û xwarin man û wiha dom kir: ʺDi navbera wan û şervanên QSDʹê 150 metir dimîne. Çete ji bo balafirên koalîsyonê li wan nexin diketin nava sivîlan de. Paşê em û welatiyên din ber bi şervanan ve derketin rê. Di navbera şervanan û çeteyan de em rawestiya û em li benda şervanên QSDʹê ku me rizgar bikin man.ʺ

Qelib El-Esed û malbata xwe hefteyekê di herêma di navberê de ma û piştî hefteyekê şervanek QSDʹê tê û wan ji çetyean rizgar dikin.REQA-JI-BU-TOLHIDANA-DAGIRKERIYA-DAISE-TEVLI-DIBE1 ‫(1)‬ ‫‬

El-Esed da zanîn ku wan rewşeke zehmet kişandin û destnîşan kir ku  ku piştî zehmetiya wî dît û ji aliyê şervanan ve hate rizgarkirin berê xwe da şervanan û da ku tola xwe û gelê xwe ji çeteyan hilîne tevlî QSDʹê bû.

Şervanê QSDʹê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: ʺWelat ji her tiştî girîngtire,em ê ji bo rizgarkirina welatê xwe tekoşînê bidomînin û tola xwe ji çeteyan rabikikin.ʺ

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …