Topbarana li ser Zormixarê didome, YPG û YPJ`ê bersivê didin

KOBANÊ – Topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Zormixarê yê rojavayî bajarê Kobanê didome. Şervanên YPG û YPJ`ê jî bersiva êrîşan didin.

Artêşa Tirk a dagirker ji  saetên sibehê de gundê Zormixarê bi tangan topbaran dike.

Çavkaniyên ji herêmê anîn ziman ku artêşa dagirker ji noqteyên xwe yên di axa Bakurê Kurdistanê de û ji navçeya Cerablûsê ya dagirkirî, gundê navborî topbaran dike.

Şervanên YPG û YPJ`ê jî bersiva êrîşan didin û noqteyên artêşa dagirker û çeteyên wê li navçeya Cerablusê kirin armanca xwe.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …