Piştî 5 salan taxên rojhilatê Helebê  jinûva ronî bûn

MIHEMED EBDO

HELEB – Bi derfetên kêm, Tevgera Civaka Demokratîk cenetoreke mezin a ceyranê ji bo taxa Eşrefiyê, Bînê Zêd û Sekin El-Şibabî yên  Helebê, peyda kir. Bi vê yekê re piştî 5 salan careke din taxên navborî ronî bûn.HLB-ALETRIK-LI-ASREFIYE-VEDGARE1 ‫(153420289)‬ ‫‬

Piştî rizgarkirina taxa Eşrefiyê, Sekin El-Şibabî û Bînî Zêd ji aliyê şervanên YPJ û YPG`ê ve, ji bo jinûva vejîkirina jiyanê li wan taxan, TEV-DEM û bi alîkariya YPG`ê ketin nava serferberiyê. Taxên ku ji ber şerê rejîma Baas û komên çete zerareke mezin dîtin, piştî rizgarkirinê gel bi alîkariya TEV-DEM`ê xwe bi rêxistin kir û ewlehiya wan taxan bi saya YPG û TEV-DEM`ê xurtir bû.

Yek ji pêdiviyên sereke yên welatiyan ku ji ber şerê rejîm û komên çete ev bû 5 salin jê hatibûn mehrûmkirin, ceyran bû. Welatiyên taxên navborî gotin ku çeteyan ceyran tenê didan çeteyên xwe û kesên ku bi wan re kar dikirin û şêniyên din jî jê mehrûm kirin.

TEV-DEM`ê jî tevî kêm derfet û mazotê, cenetoreke ceyranê ji bo wan taxan peyda kir. Cenetor, wê ji saet 18:00 ta saet 23:00 vêketiye.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Meclîsa taxa Eşrefiyê û Bînî Zêd Cemal Şêx Ehmed got ku rêxistinên ku banga mirovahiyê dikin bila alîkarî bidin taxên rojhilatê Helebê yên hatine rizgarkirin, lê mixabin tenê ew rêxistin li gorî berjwendiyên dewletên  derve kar dikin.

Ji aliyekî din ve jî, şêniyan spasiya TEV-DEM`ê li ser vê gavê kirin.

 

Check Also

′Tirkiyê li hember zagonên navneteweyî ne rêzdare′

CEFER CEFO EFRÎN – Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê Mihemed Cemîl êrîşên artêşa …