‘Piraniya çeteyan reviyan Tirkiyeyê’

 DÊRAZOR – Koçberekî ji bajaroka El-Eşara ya girêdayî bajar Dêrazorê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê weke mişkan li pêşiya derbeyên Hêzên Sûriya Demokratîk dipirpitin û got ku piraniya çeteyan reviyane Tirkiyeyê.

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) xebatên xwe ji bo rizgarkirina bi sedan welatiyên sivîl ji destên çeteyên DAIŞ’ê didomînin. Bi sedan welatî rojane ber bi herêmên rizgarkirî ve koçber dibin.

Koçberê bi navê Cuma El-Hisên yek ji welatiyên bajaroka El-Eşara ya girêdayî bajarê Dêrazorê ye û ji aliyê şervanên QSD’ê ve ji destên çeteyan hatiye rizgarkirin. El-Hisên diyar kir ku êdî çeteyên DAIŞ’ê li ber tunebûnê ne.

El-Hisên di destpêka axaftina xwe de spasiya şervanên QSD’ê kir û wiha got: “Me gelek tişt li ser şervanên QSD’ê dibihîstin, lê me asta rêzdariya wan li hemberî mirovahiyê nas nedikir.” El-Hisên destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê derketina wan ji herêmê qedexe dikirin û ew weke mertalên zindî bikar dianîn da ku xwe ji derbeyên şervanên QSD’ê biparêzin.

El-Hisên di berdewama axaftina xwe de got ku gelek serkêşên çeteyên DAIŞ’ê reviyane Tirkiyeyê û wiha got: “Gelek serkêşên çeteyan bi zimanê Tirkî diaxivîn û her kes dizane ku DAIŞ û dewleta Tirkiyeyê rûyên heman diravî ne.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …