Pêngava Rizgarkirina Reqayê: Li sê taxan şer didome, gelek çete hatin kuştin

REQA – Di şerê ku şeva din heta niha li sê taxên Reqayê dewam dike de, 25 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û şervan bi pêşve diçin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 82`an de bi hemû leza xwe dewam dike. Di vê çarçoveyê de, li taxa Kevin a aliyê rojhilat ê Reqayê, di şerê ku şeva din ta van kêliyan dewam dike de, şervanên QSD`ê bi pêşve diçin û 13 çeteyên DAIŞ`ê hatin, kuştin.

Li taxa Mirur a navenda bajarê Reqayê jî, di encama şerê ku şeva din ta niha dewam dike de, 5 çete hatin kuştin.

şervanên QSD`ê li taxa Nehda ya aliyê rojava yê Reqayê pêşde çûn û hin noqte ji taxê rizgar, kirin. Li vir jî, di encama şerê ku heta niha dewam dike de, 7 çeteyên DAIŞ`ê hatin, kuştin.

Check Also

Agahî Derbarê Êrîşa Terorane A Tirkiyê Ku Fermandar Û Şervanên Me Li Qamişlo Kir Armanc

Di salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê de, dewleta Tirk a dagirker şervan û fermandarên …