Pêngava Rizgarkirina Reqayê, Bû Şerekî Dîrokî ya Berxwedanê

Ji gelê me û raya giştî re!

 

Di sala 2017’an de bajarê Bakurê Sûriyê ”Reqa” bi berxwedaneke mezin ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat xilaskirin. Em salvegera azadkirina Reqayê destpêkê li gelê xwe yê Rojava û Bakurê Sûriyê û li hemû mirovahiyê pîroz dikin. Em di vê salvegerê de careke din şehîdên xwe yên qehreman ku bûne mîmarê serkeftina pêngava rizgarkirina Reqayê jî bi mînetdarî bi bîr tînin. Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG’ê û YPJ’ê bi berxwedana xwe ya zêdetirî salekê kêlî bi kêlî ev bajarê ku çeteyên DAIŞ’ê ji xwe re weke paytext îlan kiribû rizgar kirin. Di vî şerê berxwedanê de ew hişmendiya jirêderketî û paşverû têk çû.

 

Çeteyên DAIŞ’ê ku di sala 2014’an de di serî de li Rojavayê Kurdistanê, li Îraq û Sûriyê çi dera ku ketinê û dagir kirin li wê derê hemû cure zext û êşkence li jinan, li zarokan, li bîr û baweriyan û li xelkê herêmê kirin. Ev çete di serî de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û gelek hêzên navneteweyî jî alîkarî werdigirt. Wê bi vî awayî dixwest her tim xwe li ser piyan bigire.

Bi vê alîkariya hanê jî li Sûriyê û Îraqê li wan deverên stratejîk xwest xwe tehkîm bike, xwe bike qewet û li Rojhilata Navîn bibe hêzeke diyarker. Bi vî aliyê xwe ve azadkirina Reqayê bi tenê derbê li DAIŞ’ê nexist di heman demê de derbê li alîkarên DAIŞ’ê jî xist. Derbê li wan hêzan xist ku di ser DAIŞ’ê de wan jî dixwest li herêmê zêdetir xwe bi cih bikin.

 

Azadkirina Reqayê ne bi tenê li herêmê di heman demê de di qada navnetewî de jî di şerê berxwedana gelan de jî bandoreke domînoyê kir û bû pêngaveke mezin. Ev pêngava ku hêza jinan YPJ û Yekîtiya Jinên Şengalê YJŞ’ê pêşengî jê re kir, bi xelaskirina gelê herêmê û jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de bi serkeftî bi encam bû. Bi azadiya Reqayê re wê hişmendiya ku jinan tune dihesibîne û wan biçûk dixe hat şikandin û li şûna wê jî hişmendiya civaka azad bi îstiqrar hat danîn.

 

Bi azadkirina Reqayê re hevsengiya siyaseta li herêmê jî bi carekê guherî. Rizgarkirina Reqayê û têkçûna DAIŞ’ê hin derdoran jî aciz kir. Ew derdorên hanê ji bo destkeftiyên Kurdan tune bikin plana êrîşeke nû xistin dewrê. Rojek beriya Reqa were azadkirin Kerkuk û gelek deverên başûrê welat ku derbasî Îraqê hat kirin jî mirov dikare weke mînak nîşan bide. Dewleta Tirk a dagirker bi salan dixwest li Rojava bibe hakim û çeteyan dida êrişkirin, piştî şikestina DAIŞ’ê ew bi xwe daket qadê. Dagirkirina Efrînê û deverên din ên Bakurê Sûriyê helbet girêdana xwe bi têkçûna çeteyan a li Reqayê heye.

 

Pêngava azadkirina Reqayê li herêmê ji bo serwerkirina aramiyê jî ruhekî mezin derxist holê. Em hêzên xwe yên di nav QSD, YPG û YPJ’ê de tev li vê pêngavê bûn silav dikin û careke din em şehîdên xwe bi minet bi bîr tînin.

 

Fermandariya Giştî ya YPG’ê 

21’ê Cotmehê 2018’an

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …