Pêngava dawî ya rizgarkirina Reqayê dest pê kir

NAVENDA NÛÇEYAN– Fermandariya Xezeba Firatê diyar kir ku ji sedî 90’ê bajarê Reqayê bi temamî ji çeteyan hatiye paqijkirin û ji bo paqijkirina beşê maye dest bi pêngava Ednan Ebû Emced kir.

Daxuyaniya Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê wihaye:

“Hemleya Xezeba Firatê di nava çarmehan de û ji destpêka hemleyê ve gelek destekftiyên mezin bi destxistine û derbeyên giran li teroristên DAIŞ’ê dane. Hêzên me di vê demê de karîbûn taxên Rimêle, Suker, Hîşam Bin Ebdulmelek, Nezlet Şihade, Meşleb, Rafqa, El-Beyatre (Tekene/Heramiye), Mehdî, Mensûr, Romaniye, Sebahiye, Diriye, Iskan, Hine, Bab Bexdar, El-Teyare, Kehreba, Bosariya, Mizgefta Mezin, Betanî(El-Berazî), Nehde û beşek mezin ku 90 ji sedî yê bajarê Reqayê ye hate rizgarkirin.

Di beşê din ên Reqayê ku taxên Kurdan, Metar, Hey El-Berîd (Huriye), Sexanî, Bedû, Endelus û Methene di nav de ye hîn şer didome. Em di QSD’ê de ji raya giştî re radighînin, ku hêzên me dest bi pêngava Şehîd Ednan Ebû Emced ku hebûna çeteyên terorist a DAIŞ’ê di nava bvajar de hedef bigirin, ev yek piştî ku hewldanên Melcîsa Sivîl a Reqayê, rûspiyên herêmê û şêxên parêzgeha Reqayê sivîlên dibajar de mane û teslîmkirina 275 çeteyên herêmê yên di bajar debûn tevî malbatên wan misoger kirin pêk hatiye.

Pêngava Şehîd Ednan Ebû Emced yê dawiye û dê heta paqijkirina tevahiya bajarê Reqayê ji teroristên ku qebûl ne kirin xwe radestî me bikin, dewam bike. DI nava wan teroristan de yên biyanî hene û israr kirin ku şerê li dijî hêzên me yên qehreman bidomînin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …