Pêngava Bagera Cizîrê: panzerek û wesayiteke çeteyan ketin destê QSD`ê

DÊRAZOR – Li Dêrazorê, êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê hate şikandin û panzerek û wesayiteke çeteyan ketin destê şervanên QSD`ê

Pêngava Bagera Cizîrê ku 9`ê îlonê hatibû destpêkirin, bi hemû leza xwe dewam dike. Çeteyên DAIŞ’ê şeva din êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê yên li gundê Huriyê kirin, ku bi 52 kîlometreyan li bakurê rojhilat ê Dêrazorê ye.

Şervanan bersiv dan êrîşê û şer derket. Di encamê de êrîş hate şikandin û 2 çete hatin kuştin.

Şervanên QSD’ê panzerek û wesayiteke çeteyan jî desteser kirin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …