Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ku di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ye, têkildarî Pêngava Bagera Cizîrê daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Leylewa Ebdella û ji Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xwele ve hate dayin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em weke Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ku beşek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ne biryardariya xwe ya temamkirina Pêngava Bagera Cizîrê radigihînin. Li ser navê gelên Sûriyeyê û mirovahiyê em ê şerê terora DAIŞ’ê bikin.

Wek tê zanîn çeteyên DAIŞ’ê bi têkbirina aramiya li herêmê, li hin deverên nêzî sînorê Iraqê bicih bûye. Bi vê yekê re DAIŞ hewl dide hebûna xwe a li herêma me berfireh bike.

Demên dawî ji van deveran çeteyên DAIŞ’ê careke din dest bi êrîşan kirin.

Li dijî vê hewldana dagirkeriyê, em weke Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê radighînin ku em ê van deverên mayî ji hebûn DAIŞ’ê paqij bikin.  Bi vê armancê amadekariya hêzên me di asta herî jor de ye.

Em ji gelê xwe re dibêjin ku qonaxa temamkirina Pêngava Bagera Cizîrê bi tevlîbûna hêzên Koalîsyona Navdewletî destpêkiriye.

Şervanên me wê di vê qonaxê de hemû deverên li rojhilatê Dêrazorê rizgar bikin û sînorê Iraq û Sûriyeyê ji xeteriya terora DAIŞ’ê xelas bikin.

Di vê qonaxa dawî de, artêşa Iraqê jî wê destekê bide hêzên me.

Armanca me ew e ku bi paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê, Sûriyeke Demokratîk ava bikin.

Hemû pêkhateyên me ji Ereb, Kurd, Suryan û Tirkmen wê ji bo parastina yekîtî û serweriya welat bi hev re tevbigerin.”

Pêngava Bagera Cizîrê ji bo paqijkirina bejahiya Dêrazorê ji DAIŞ’ê roja 9’ê Îlona 2017’an dest pê kiribû. Lê belê piştî ku dewleta Tirk 20’ê Çileya 2018’an ji bo dagirkirina Efrînê dest bi êrîşê kir, şervanên QSD’ê biryar dabûn ku operasyonê bisekinînin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ