Pêngava Bagera Cizîrê di roja 5`mîn de dewam dike

DÊRAZORÊ – Şervanên QSD`ê di  Pêngava Bagera Cizîrê de li baskê Ebû Fas 60 Km û li  baskê Ebû Xeşeb jî 40 Km bi pêşve çûn û gelek herêmê rizgar, kirin.

Pêngava Bagera Cizîrê di roja 5`mîn de bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Li gorî agahiyên ku ji herêma şer  hatine girtin, şervanên QSD`ê li baskê Ebû Fas 60 Km di bejahiya Dêrazorê de bi pêşve çûn û çerxereya Mehlec ya ku li bakur-rojhilatê Dêrazorê dikeve, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Piştî rizgarkirina çerxereyê, şervanan derbasî mehleca pembo ango kargeha pembo bûn û li wir şerên  giran rû didin. Dîsa li heman baskî şervanên QSD`ê îro di saet sibehê de 40 sivîl rizgar, kirin û şervanan ew derbasî herêmên bi ewle kirin.DERA ZOR-BENGAVA BAGEA CIZIRE DI (2)

Her wiha li baskê Ebû Xeşeb jî şervanên QSD`ê 40 Km bi pêşve çûn û  li bakurê Dêrazorê şervanan pira Ebû Xeşeb, Tugeya 113, Tabûra El-Nîran, Girê El-Cehîf û Cehîf Raxib ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar, kirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …