Panaroma 2017 Ya (QSD)

Di dirêjahiya sala 2017an de, ku li seranserê axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistan bi şer, alozî û berxwedanê ve têr û tijî derbas bû, Hêzên Sûrî ya Demokratîk (QSD) li her qada ku tê de ye bi awayekî çalak bi erk û berpirsiyartiyên parastina ax û gelê xwe rabû; li ser vê esasê di asta pêşengtî de tevlî şerê li dijî terorîzmê bû û bi awayekî serkeftî rista xwe ya dîrokî lîst. Di vê çarçoveyê de şervanên Hêzên Sûrî ya Demokratîk li hember her cûre hewldanên dagirkerî û mêtîngeriya dijminan bi sekneke zelal û dijberiyeke xurt bûn bersiv.

 

Di heman çarçoveyê de hêzên QSDê, li ser esasê Parastina Rewa, ji hemû êrîşên dewleta dagirker a Tirk, komên çete yên ku bi navên cûr be cûr di bin fermandariya wî de rêxistin bûne, DAIŞ, rejîma BAAS û hemû hêzên ku xwestin li dijî xaka Rojava, Federasyona Bakûrê Sûrî û li dijî gel êrîşan pêk bînin bersivên tund dan. Bi vî awayî sala 2017an bû salek ku bi hevkeriya gelên herêmê, hêzên azadîxwaz, pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen û hwd., xeteriya herî mezin ya li ser mirovahiya pêşverû hate têkbirin; di serî de terorîzma DAIŞ, hemû hewldanên fetisandina şoreşa gelan a li bakûrê Sûrî û avakirina sîstemên faşîst hatin vala derxistin. Ruxmê hemû piştgiriya hêzên herêmî yên ku Tirkiyê serkêşiya wan dike, terorîzma DAIŞ û di şexsê wê de hêzên ku li hember Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûrî dijminahiyê raber kirin hatin binxistin û rê nehat dayîn ku li ser axa bakûrê Sûriyê komên terorîst bijîn û xwe birêxistin bikin.

 

Li ser vê esasê û bi armanca parastina xak û gelên Bakûrê Sûrî, Hêzên Sûrî ya Demokratîk bi awayekî çalak li hemû herêman xwe rêxistin kiriye û hewl daye ku hêzeke profesyonel ya şer ava bibe. Li ser bingeh û tecrubeyên têkoşîna li dijî terorîzma DAIŞ û dagirkeriya dewleta Tirk, Hêzên Sûrî ya Demokratîk berê xwe daye herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ û di rêya aramîkirina herêmê de, bi paqijkirina van qadên girîng gavekî mezin avêtiye. Di serî de li Reqqa ya ku di salên dawî de weke paytexta terorîzmê dihat bikaranîn operasyonên bibandor hatine lidar xistin û di encam de ev bajar tevî hemû gund û bajarokên girêdayî wê ji çeteyan hatiye paqijkirin. Dîsa bajarê Dêrezorê ku yek ji navendên girîng yên DAIŞê bû, bi operasyoneke berfireh bakûrê wê ji çeteyan hatiye paqijkirin û di gundewarên wê de operasyon hate domandin. Bi vî awayî Federasyona Bakûrê Sûrî sînorên xwe di başûrrojhilat de gihandiye Iraqê, di başûr de gihandiye seranserê çemê Feratê. Herwiha sînorên bakûr û rojava, ruxmê hemû êrîşên dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wî, bi awayekî serkeftî hatiye parastin.

 

Ji destpêka sala 2017an ve, ku Hêzên Sûrî ya Demokratîk bi duyemîn Pêngava Xezeba Feratê destbi salê kir, bajarokê Tebqa, bajarê Reqqa û bakûrê bajarê Dêrezorê ji çeteyên DAIŞê hatin rizgarkirin û di encam de qadeke bi firehiya 16.257 kmji çeteyên DAIŞê hatiye rizgarkirin. Li gor vê, di çarçoveya Pêngava Xezeba Feratê ya bi armanca rizgarkirina bajarokê Tebqa û gundewarên Reqqa û Pêngava Cenga Mezin ya bi armanca rizgarkirina bajarê Reqqa bi awayekî serkeftî hatin meşandin û encamên wan wiha ne;

 

  • Bajarokê Tebqa, bajarê Reqqa û gundewarên wê bi tevahî ji çeteyên DAIŞê hatin rizgarkirin
  • Qadeke bi firehiya 7.257 km2 ji çeteyên DAIŞê hate rizgarkirin
  • Bi giştî 545 gund û mezra li gel gelek girên stratejîk û Bendava Tebqa hatin paqijkirin
  • 682 çete hatin kuştin, ji van termên 1.236 çeteyan ketin destê şervanên QSDê
  • Ji 8.000î bêhtir çete brîndar bûn
  • 333 çete dîl hatin girtin
  • 000 şêniyên herêmê û kesên ku ji alî DAIŞ ve dîl hatibûn girtin, hatin rizgarkirin
  • 20 seyareyên zirxî, 186 seyareyên bombebarkirî, 121 seyareyên leşkerî, 18 topên havan, 3 kargehên çêkirina amûrên leşkerî, 10 kargehên çêkirina mayinan, 47 motor, 2 moşekên bejahî, 40 seyareyên DShK (Doçka), 3 tank, 16 topên obus, 5 kamyon, 10 rextên teqemeniyê, 1 moşekê dij-hewayî, 450 mayinên çandî û neçandî, 13 drone, 5 keştî, 1 maşîneya kar (modela T-Rex) hatin rûxandin.
  • 600 AK-47 li gel 20.000 fîşek, 104 sindoqên fîşekan û 1230 şarjor; 77 BKC li gel 40 lûleyên yedek, 34.000 fîşek, 90 sindoqên fîşekan û 500 zincîr; 44 roketavêjên RPG-7 li gel 389 roket û 493 HV; 25 çekên M16; 23 çekên DShK (Doçka) 12.7 mm. li gel 100 sindoq fîşek; 14 çekên DShK-ZPU (Doçka) 14.5 mm. li gel 50 sindoq fîşek; 30 sindoq fîşekên çeka DShK 23.5 mm.; 7 Tank, 10 BMP, 17 seyareyên xwe teqandinê, 44 seyareyên leşkerî, 7 seyareyên biçûk, 76 motor, 100 rextên teqemenî, 16 çekên UZI, 14 Drone, 55 tabanca, 15 çekê sûîkastê yên tîpa Brûno, 17 bombeyên destan, 7 çekên LAW, 19 durbunê roj, 13.000 fîşekên AK-74 û AKC, 12 roketên fosfor, 20 guleyên Katyûşa, 60 guleyên çeka SPG-9 û HVyên wê, 5 maşîneyên kar yên tîpa T-Rex, 4 forklift, 29 topên havanê û 623 guleyên wê, 40 guleyên topa obus, 8 kargehên mayinan, 6 seyareyên teqemenî, 2 kargehên çêkirina topên havan, 5 kargehên çêkirina roketavêjan ketin destê şervanên QSDê.

 

Di Pênagavên Xezeba Feratê û Cenga Mezin, ku di 20ê Cotmeha 2017an bidawî bûn de bi giştî 793 şervanên QSDê şehîd ketin, 1685 şervan jî brîndar bûn.

 

Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca rizgarkirina herêma Dêrezorê ji çeteyên DAIŞê, ji dîroka 9ê Îlona 2017an û vir ve bi awayekî serkeftî tê meşandin. Di çarçoveya pêngavê de heya niha qadeke berfireh ku xalên stratejîk jî di nav de ne ji çeteyên DAIŞê hate rizgarkirin. Li gel bakûrê bajarê Dêrezorê, di bejahiya ku ber bi sînorê Iraqê ve diçe de jî operasyon bi awayekî serkeftî tê meşandin û encamên wê wiha ne;

  • Bakûrê bajarê Dêrezorê ji çeteyan bi temamî hate rizgarkirin.
  • Qadeke bi firehiya 9.000 km2 ji çeteyên DAIŞê hate rizgarkirin.
  • 210 gund û mezra hatin rizgarkirin.
  • 345 çete hatin kuştin, ji van termên 179 çeteyan kete destê şervanên QSDê.
  • Zêdetirî 4.000 çete brîndar bûn.
  • 64 çete dîl hatin girtin.
  • 000 şêniyên herêmê û kesên ku ji alî DAIŞ ve dîl hatibûn girtin, hatin rizgarkirin.
  • 14 çekên DShK yên cûreyên cûda; 27 seyareyên DShK; 14 topên havan; 24 seyareyên teqemenî; 18 motor û gelek çek, cebilxane û amûrên leşkerî hatin îmhakirin.
  • 12 DShK yên cûreyên cûda; 12 topên havan; 26 çekên BKC; 19 RPG-7 roketavêj; 1 çeka RBK; 5 seyareyên Hummer; 3 çekên sûîkast yên tîpa Bruno; 6 rextên teqemenî; 13 seyareyên leşkerî; 1 topa obus; 5 seyareyên teqemenî; 6 motor; 1 tank; 40 sindoq guleyên roketavêja Katyuşa; 120 AK-47, 18 şarjor û 20 rextên wê; 23 bombeyên destan; 7 çekên M16; 312 guleyên havan; 10 tabanca, 2000 fîşekên wê; 2 çekên sûîkastê yên tîpa Dragunov; 1 BMP; 5 drone; 9 moşekên bejahî; 1 kompîtur; 1 tablet kete destê şervanên QSDê.

 

Di Pêngava Bagera Cizîrê ya ku di Îlona 2017an destpê kir û hîn didome de, bi giştî 162 şervanên QSDê şehîd ketin, 416 şervan brîndar bûn.

 

Di sala 2017an de, êriş û binpêkirinên artêşa dagirker a Tirk û komên terorîst yên girêdayî wî li ser gundewar û navçeyên Şêrawa, Cindirêsê, Raco, Şera, Şiyê û Bilbilê yên Kantona Efrînê; li ser herêma Şehba û Minbicê jî bênavber berdewam kirin. Herwiha êrişên li ser Kantona Kobanê yê ku dikeve Rojhilatê Feratê jî zêdebûn. Di encama bersivdayîna hêzên QSDê de, di navbera hêzên me û leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî artêşa Tirk de şer û pevçûn derketin. Ji aliyê din ve tevgera balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer yên artêşa Tirk yên li ser Kantona Efrînê jî zêde bûn û hewldanên çeteyan yên çêkirina çeperên şer yên nû jî rastî bersivdayîna hêzên me hatin. Artêşa Tirk a dagirker di nav salê de gelek caran hewl da ku sînorê Efrînê binpê bike û derbasî axa Rojava bibe. Di êrîş û binpêkirinên artêşa dagirker a Tirk de di serî de Efrîn, li gelek deverên Rojava ziyanên maddî gihîştin welatiyên sîvîl; mal û avahiyên welatiyan hatin rûxandin. Di van êrîşan de bi dehan kesên ku di nav de jinên ducanî û zarok jî hene hatin qetilkirin.

 

Encamên êrîş û binpêkirinên artêşa dagirker a Tirk û komên çete yên li dijî xaka Rojava û Bakûrê Suriyê wiha ne:

 

Êrişên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wî: 920

 

 

  • Êrîşên bi çekên giran û navîn: 907
  • Gerandina balafirên keşfê:149
  • Êrîşên bi helîkopteran: 5
  • Êrîşên bi moşekan: 7
  • Êrîşên bi balafirên şer: 1
  • Hewldanên derbaskirina sînor: 15
  • Di êrîşan de 13 şervanên QSDê û 16 sîvîl şehîd ketin, 11 şervanên QSDê û 27 sîvîl jî brîndar bûn.

 

 

Bersiva şervanên QSDê li dijî êrişan: 320

 

 

  • Hejmara kuştî û brîndarên leşkerên artêşa dagirker a Tirk: 59 kuştî, 12 brîndar
  • Hejmara kuştî û brîndarên komên çete: 151 kuştî, 62 brîndar
  • Temas û pevçûnên encam ne diyar:38
  • Çek/amûrên dijmin hatine rûxandin:
    1. 12 balafirên keşfê (Drone)
    2. 6 tang
  • 8 maşîneyên kar yên tîpa T-Rex
  1. 7 panzêr
  2. 17 wesayîtên leşkerî
  3. 4 kamyon û forklift
  • 2 wesayîtên bombebarkirî

Di dirêjahiya sala 2017an de, di serî de li herêmên Reqqa, Dêrezor û Efrîn; li tevahî Rojavayê Kurdistan û bakûrê Suriyê, di encama têkoşîn û berxwedana lehengî de bi giştî 968 şervanên QSDê şehîd ketin, 2.112 şervan jî brîndar bûn. Bi saya fedakarî û keda van şehîdan, navend û paytextên DAIŞê hatin azadkirin û rê nehat dayîn ku yek bihustek ji axa Rojava û bakûrê Sûrî ji alî dijminan ve were dagirkirin.

 

 

Em weke Hêzên Sûrî ya Demokratîk hemû şehîdên xwe yên ku di nav sala 2017an de şehîd ketin bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Di serî de ji malbatên wan re, ji hemû gelê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku, li ser esasê bîranîn û rêbertiya van lehengan, emê sala 2018an bikin sala bilindkirina têkoşîna biratiya gelan û demokratîkkirina Rojhilata Navîn!

 

Navenda Ragihandina Hêzên Sûrî ya Demokratîk | 3 Çile 2017

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …