Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûn: Çeteyek hate kuştin yek birîndar bû

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûn li dijî çeteyan çalakiyek pêk anî. Di encamê de çeteyek hate kuştin û yek jî birîndar bû. Fermandariya odeyê her wiha da xuyakirin ku ku hemû hêzên dagirker ên li Efrînê û bi taybet ên li dijî şêniyên Efrînê binpêkirinan pêk tînin, hedefa çalakiyên wan in.
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûn di 25’ê Hezîranê de li dijî çeteyên artêşa tirk a dagirker di navbera gundên Amara û gundê Şêxûtka ên navçeya Mabata ya Efrînê de çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin û serçeteyê bi navê Durzî Ebû Xalid bi giranî birîndar bû.

Çalakiya yekemîn a Xezeba Zeytûn

Di 9’ê Hezîranê de Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûn daxuyaniyek da û kuştina serçeteyê Cebhet El-Şamiye yê bi navê Ehmed Ebû Misto (Ebû Eslan El-Kurdî) girt ser xwe.

Daxuyaniya Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnan a yekem ku di encamê de serçete Ebû Eslan El-Kurdî hate kuştin, wiha bû:

“Dîrok diyar dike ku temenê dagirkeriyê kurt e û ne mimkun e dirêj bibe, zû yan dereg dê dagirkerî fatûreya sûcên xwe bide.

Di şoreşa rojavayê Kurdistanê de, gelek çete derketin ku şîrê pîroz ê dayikê li ser şer û îxanetê rijandin, xwe avêtin himbêza dijminê tirk, bi qasî ku dijmin zulm li wan kir wan jî zulm li ser gelê xwe meşand. Wan kesan rûmeta xwe winda kir û serî ji dijminên qirêjî re tewand.

Kesên ku em qala wan dikin, bi qirêjiya xwe nikarin feyde li gelê xwe bikin, piştî ku erka xwe li gel dijmin bi dawî bikin dê werin avêtin û şewitandin.

Li ser vî esasî, wek Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûn em li ser soza xwe ne ku em ê hemû kesên xayîn ên di hembêza dagirkeriya Tirkiyeyê de tesfiye bikin. Her wiha em berpirsyariya xwe li ser kuştina çete Ehmed Misto (Ebû Eslan) radigihînin. Şervanên me çend rojan tevgera çete Misto şopand, herî dawî di êvara 7‘ê Hezîranê de kuştin.

Çete Ehmed Misto, ji destpêka şoreşa rojavayê Kurdistanê ve dijminahiya gelê xwe dikir. Ji roja yekê ve xwe xist hembêza dewleta tirk, li wir ji aliyê MÎT’ê ve perwerde dît. Paşê wek fermandarê meydanî yê koma çete ya El-Cebha El-Şamiya li Daret Îza hate erkdarkirin. Çete Misto li Daret Îza çete perwerde kir û wan ji bo êrîşên li ser Efrînê sor dikirin.

Dema ku êrîşên barbar ên tirk li ser herêma Efrînê, çete Ehmed Misto bi awayekî çalak beşdarî êrîşên li ser Cindirêsê û Şiyê bû. Piştî dagirkirina Efrînê Misto berê xwe dide gundê lê ji dayik bûye, Mîrka (Hesê). Li vir dîsa kiryarên xwe yên hovane, ji kuştin, revandin, heqaret, talankirin û koçberkirinê li dijî gelê xwe berdewam kir. Ehmed Misto şêniyên gundê Meydan Ekbis ji malên wan derdixistin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih dikirin.

Li ser tiştên ku me bi bîr xistin, em bang li hemû kesên ku hatin xapandin û beşdarî komployên qirêjî yên dewleta tirk bûne ku li van kiryarên qirêjî vegerin. Em dibêjin ku dagirkeriya Tirkiyeyê nikare wan biparêze.”

 

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …