Nûjîn Dêrik: Berxwedana şervanên me li Efrînê efsaneyek e

دEFRÎN – Endama Fermandariya YPG/YPJ’ê Nûjîn Dêrik diyar kir ku şervanên wan li Efrînê efsaneyên lehengiyê dinivîsin û got ku îradeya wan ti carî bi teknolojiya leşkerî nayê şikandin. Nûjîn Dêrik ji eniyên berxwedanê têkoşerên mirovahiyê silav kir û wiha got: “Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”

Girêdayî geşedanên berxwedana serdemê ya Efrînê ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di roja xwe ya 30’yemîn de li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê li ber xwe didin.

di Hevpeyvîneke  bi Nûjîn Dêrik re wiha da zanîn:

  • Hûn berxwedana serdemê ya Efrînê di roja wê ya 30’î de çawa dinirxînin?

Hikûmeta Tirkiyeyê bi riya hin komikên ku bi pereyan kirî ne, ev 4 sal in şerê herêma Efrînê dike û evan komik ji her kesî re eşkere ne û di serî de Tabûrên Nûredîn Zenkî, Tugaya Sultan Murad, Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra), Hin tabûrên nû li Idlibê hatine avakirin û heta çeteyên DAIŞ’ê.

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê li rex komikên çeteyan ên girêdayî wê ev mehek e bê navber bi hemû teknolojiya xwe ya leşkerî êrîşî herêma Efrînê dike. Tirkiye bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide bi riya çapemeniya xwe û hin dovikên girêdayî wê van êrîşên xwe rewa bike.

Evan lêkolînerên dovikên hikûmeta Tirkiyeyê rojane li ser ekranên televîzyonan derdikevin û ji bo êrîşa dagirker li dijî Efrînê rewa bikin, dibêjin ku hemû welatiyên li Efrînê terorîst in.

Hikûmeta Tirkiyeyê bi riya çapemeniya xwe dibêje ku hemû aliyên piştgiriya Efrînê dikin ew jî terorîst in û hemû mirovên ku dilê wan ji bo mirovahiyê lêdide û bala xwe dikişîne ser Efrînê bi nêrîna Tirkiyeyê terorîst e.

Berûvajî wê, Tirkiyeyê bi xwe teror afiran û pêk tîne û hewl dide terorê li seranserî cîhanê belav bike. Kujerên mirovah hikûmeta AKP’ê ye. Hikûmeta Tirkiyeyê teror bi xwe ye.

  • Hin agahî hatin belav kirin ku Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ’ê ji Idlibê wergirtin û di êrîşa xwe ya li dijî Efrînê de bikar tîne. Gelo rastiya van agahiyan çi ye?

Ji bo bersiva vê pirsê were dayîn divê hin tişt bêne eşkerekirin. Idlib di bin sponseriya kê de ye, kê destwerdana Idlibê kir û kê xwest ew bibe herêmeke kêmpevçûn? Gelo ne Tirkiyeyê ye ku niha xwe li Idlibê bi cih dike? Li Idlibê baskê rêxistina El-Qaîdê li Sûriyeyê Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam, Tabûrên Idlibê serwer in, evan hemû di rastiya xwe de DAIŞ’î ne û gelek caran li ser talankirina malên sivîlan şerê hevûdu kirine. Niha jî Erdogan wan komî ser hevûdu dike û di êrîşa xwe ya dagirkirina Efrînê de bikar tîne.

Girêdayî beşdarbûna DAIŞ’ê di êrîşa dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî Efrînê de gelo belgeya ku civaka navnetewî dixwaze çi ye? Gelo ji giştî cîhanê re ev ne belgeyeke rasteqîn e? Ji bilî van belgeyan gelo Civaka Navnetewî çi dixwaze? Aliyên ku hewl didin berûvajî wê piştrast bikin dûrî rastiyê ne. Ji ber ku giştî cîhan baş dizane ku evan aliyên li rex Tirkiyeyê li dijî Efrînê şer dikin kî ne.

  • Gelo hûn dikarin hebûna çeteyên DAIŞ’ê di nava komên êrîşî Efrînê dikin de piştrast bikin û li ku derê bi cih dibin?

Evan komên çete dema ku êrîş dikin durişme û sembolên DAIŞ’ê bilind dikin. Weke mînak dema ku leşkerên Tirk û çeteyên wê derbasî gundekî sînorê herêma Efrînê bûn “Ellah û Ekber” diqîriyan û bi cenazeyên şehîdan dilîstin û dişewitandin. Evan destdirêjiyên li dijî nirxên mirovahiyê piştrast dike ku evan çeteyên êrîşkar endamên DAIŞ’ê û El-Qaîdê ne.

Di hemû şer û pevçûnan de qanûn û pîvan hene, ji herdu aliyan kuştin çêdibe, lê herdu alî li hemberî cenazeyên hevûdu rêzdar in. Lê evan çeteyên êrîşî Efrînê dikin hemû qanûn û pîvanên mirovahiyê binpê dikin û li gorî ti pîvanên exlaqî tevnagerin. Evan destdirêjiyên wan piştrast dike ku di nava êrîşkarên li dijî Efrînê çeteyên DAIŞ’ê hene.

  • We got ku leşker û çeteyên dagirker bi cenazeyên şehîdan dilîzin, gelo peyama Tirkiyeyê ji van destdirêjiyan çi ye?

Tirkiye bi van destdirêjiyên xwe peyamekê ji giştî cîhanê re dişîne û dibêje ku ew ti qanûn û pîvanên navnetewî nas nake. Li hemberî van destdirêjiyan jî mixabin civaka navnetewî bêdeng dimîne.

  • Artêşa Tirkiyeyê duyemîn artêşa NATO’yê ye û hemû teknolojiya xwe ya leşkerî, balefir, tankên Almanî û Emerîkî li dijî Efrînê bikar tîne û heta niha pêşketineke ber bi çav pêk neaniye. Gelo şervanên we hêz û îradeya xwe li hemberî van êrîşan ji ku derê werdigirin?

Eger şer bi çek û teknolojiyê be, bê guman ev teknolojî dê bi dawî bibe. Lê eger bawerî û girêdana bi axa welat re hebe bê guman serkeftin dê para berxwedêran be û ti carî ev îrade nayê şikandin.

Rast e Tirkiye çekên pêşketî li dijî herêma Efrînê bikar tîne û hemû gund û bajarokên herêmê topbaran û bombebaran dike û di encamê de bi sedan welatiyên herêmê şehîd û birîndar bûn. Artêşa dagirker diyar kir ku dê di du rojan de derbasî bajarê Efrînê bibe piştre Erdogan ragihand ku dê di hefteyekê de derbasî bajêr bibe. Vaye em di roja xwe ya 30’î de li ber xwe didin û Erdogan jî niha bêdeng e.

Tişta ku hiştiye em li hemberî hovîtiya artêşa dagirker li ber xwe bidin bawerî û îradeya şervanan e. Em ê berxwedana xwe heta serkeftinê berdewam bikin. Bê guman serkefin para berxwedana serdemê ya Efrînê ye, ji ber ku hemû çînên civaka Efrînê li rex şervanên xwe li hemberî teknolojiya leşkerî ya Tirkiyeyê li ber xwe didin.

Bi îradeya şervanên YPG’ê û YPJ’ê niha serkeftinên mezin hatine bi dest xistin û derbeyên mezin li artêşa dagirker dane.

  • Girêdana gel bi şervanên we re di kîjan astê de ye?

Tişta ku hovîtiya Erdogan zêde kiriye û êdî weke dîwaneyekî tevdiger û dest bi hilweşandina mal û milkên sivîlan kiriye, girêdana welatiyên herêmê bi zarokên xwe yên YPG’ê û YPJ’ê re ye. Gelê Efrînê eşkere gotina xwe ya dawî kir “Em ê bi zarokên xwe re şehîd bibin an bi zarokên xwe re jiyan bikin”.

Hemû pêkhateyên herêma Efrînê jiyana xwe li gorî rewşa şer birêxistin kirin û vê yekê moralên şervanan jî gelekî bilind kirin û di encamê de karibûn êrîşên herî dijwar ên dagirkeran bişkînin.

  • Artêşa dagirker a Tirkiyeyê binesaziya xizmetguzarî ya herêmê weke firneyên nan, navendên belavkirina ava vexwarinê, aş û deverên kevnar û dîrokî armanc digire. Bi nêrîna we gelo çima Tirkiye van rêbazên qirêj dimeşîne?

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê piştî ku derbeyên giran ji destên şervanên YPG’ê û YPJ’ê xwarin, niha siyaseta birçîkirina welatiyên herêmê dide meşandin. Ji ber vê yekê binesaziya xizmetguzarî armanc digire. Her wiha bi armanca tunekirina rastiya dîrok û çanda herêmê şûnwarên kevnar ên herêmê bi balefir û topavêjan topbaran û bombebaran dike.

Artêşa dagirker bi armanca koçberkirina welatiyan û valakirina herêmê mal û milkên sivîlan armanc digirin. Lê berûvajî wê girêdana gel bi şervanan re zêde bû û dubare diyar dikin ku ew ti carî herêma xwe ji dagirkeran re bernadin.

  • Gelo em dikarin bêjin hikûmeta Tirkiyeyê bi van siyasetên xwe hewl dide dîmografiya herêmê biguherîne?

Rast e, Erdogan eşkere li ser ekranan got ku dê 3,5 milyon koçberên Sûriyeyê li herêma Efrînê bicih bike û bi nêrîna Erdogan hemû welatiyên Efrînê terorîst in û dê Efrînê ji van terorîstan paqij bike. Piraniya van çeteyên li rex Erdogan êrîşî Efrînê dikin li ser baweriya ku dê cihê xwe di herêmê de bigirin, şer dikin.

Guhertina demografîk bi van kiryarên Erdogan ên hilweşandina binesaziya herêmê û hilweşandina şûnwarên dîrokî û koçberkirina welatiyan pêk tê.

Li vir ez dixwazim bêjim ku bêdengiya civaka navnetewî li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî Efrînê ew e ku Erdogan gefan li civaka navnetewî dixwe ku dê hemû koçberên li Tirkiyeyê ber bi Ewropa ve bişîne.

  • Gelo ti hêz û dewlet alîkariya we di vê berxwedanê de dikin?

Ji roja destpêka êrîşa dagirker a Tirkiyeyê ve em bi îradeya şervanan û pêkhateyên herêmê li dijî hovîtiya dagirkeran li ber xwe didin. Eger hêz û dewleteke alîkar bi me re hebûya dê ji Tirkiyeyê re bigotibana dagirkeriya xwe û kuştina zarokên Efrînê rawestîne. Em bi vîna xwe ya azad li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin.

  • Gelo hûn dikarin têgeha “vîna azad” bêtir şîrove bikin?

Bawerî vîn û azadî ye. Em bi vê baweriyê bi dildarî li ber xwe didin û ev baweriya gelê me ye. Baweriya bi jiyaneke azad û têkoşîna ji bo ye. Li ser vê baweriyê ji bo parastina dîrok û çanda gelê xwe em li dijî hêzên dagirker û desthilatdar li ber xwe didin.

Baweriya me bi azadiya welat her diçe zêdetir dibe.

  • Gotina we ya dawî.

Şervanên YPG’ê û YPJ’ê efsaneyên lehengiyê di berxwedana serdemê ya Efrînê de dinivîsin. Şervan bi vîneke azad û baweriyeke mezin li hemberî teknolojiya leşkerî û çekên qedexekirî yên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li ber xwe didin.

Bi fedekariya efsaneyî ya Arîn Mîrkan Kobanê ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin, bi fedekariya têkoşer Sozda Reqa hate rizgarkirin û bi fedekariya efsaneyî ya Avesta Xabûr me soz da ku êrîşkaran li Efrînê têkbişkînin.

Em hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê û hemû aliyên piştgiriya berxwedana serdemê ya Efrînê dikin silav dikin. Em bang li van aliyan dikin ku dengê xwe bilind bikin û civaka navnetewî neçar bikin ku ji bêdengiya xwe derbikeve û êrîşên li dijî welatiyên Efrînê rawestînin. Em ji wan re dibêjin serkeftin para berxwedana serdemê ya Efrînê ye. Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …