Nexşe û agahiyên dawî yên hemleya Reqayê

Nexşeya dawî ya pêşveçûna şervanên QSD′ê û rizgarkirina bajar, her wiha noqteyên şer, tê weşandin.

Mezintirîn operasyon şikandin

Di noqteyên sor ên li ser nexşeyê de, noqteyên şerê dijwar ên li taxên bajêr û pêşveçûna şervanan tên diyarkirin. QSD′ê di hefteya borî de, li dijî baragehên çeteyan ên li navenda bajar, mezintirîn operasyona şikandinê pêk anîn taxa Deriye (mezintirîn taxên bajêr) ku çeteyan kiribûn noqteyeke leşkerî û depoyên xwe yên çekan lê bicihkirin, dorpêç kirin.

Di vê çarçoveyê de şervanan taxên Deriye û Mirûr ên li eniya rojavayê bajêr ji taxên din ên bajêr qut kirin. Piştre taxa Deriye û beşek ji taxa Mirûr hatin rizgarkirin.

Taxa Mirûr di dorpêça şervanan de û şerekî dijwar rê rû dide. Şervanan li vê taxê hejmrake mezin ji welatiyên sivîl rizgar kirin.

Her wiha li taxên Emîn û Sekenê yên dikevin rojhilatê bajêr jî, şerekî dijwar rû dide. Di çarçoveya vê şerî de sekvanên QSD′ê nêzî 10 sekvanên çeteyan kuştin. Her wiha hejmarek erebeyên bombebarkirî yên çeteyan beriya ku bigihêjin armanca xwe hatin rûxandin.

Mesakin Idixar hat rizgarkirin

Çeteyên DAIŞ′ê gelek caran bi riy erebeyên bombebarkirî û êrîşên xwekuj hewl dan pêşveçûna şervanan li taxa Dewda asteng bikin. Tevî van hewldanan şervanan pêşveçûna xwe domandin û gihîştin herêma goristana kevin.

Li taxa Nehda ya dikeve bakur rojavayê bajêr jî, şervanan taxa Mesakin Idixar a stratejîk bib temamî rizgar kirin û pêşveçûna xwe li  herêmê didomînin. Li derdora dibistanan Tîcara ya taxê jî, balafirên koalisyona navneteweyî derbeyên giran li noqteyên çeteyan dan.

Li aliyekî din jî, xeta sor a li nexşeyê jî, herêmên ku şer lê bi awayekî demkî rû dide nîşan dide. Li van noqteyan çeteyan mayîn çandine, da riyên rizgarkirina sivîlan bêne girtin û pêşveçûna şervanan asteng bibe.

Bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin

Di meha Tebaxê de, ekîbên taybet ên girêdayî QSD′ê bi hezaran sivîl rizgar kirin. Her wiha rojane operasyonên rizgarkirinê didomin, noqteyên çeteyan têne şikandin û riyên bi ewle ji bo rizgarkirina sivîlan têne vekirin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …