Nesrîn Abdullah: Berxwedana Efrînê yekrêziya gelê Kurd ava kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevka Fermî ya YPJ‘ê Nesrîn Abdullah diyar kir ku hemû hewldanên dewleta Tirk ên têkbirina vîna gelê Efrînê û Bakurê Sûriyê têk çû û got ku berxwedana Efrînê yekrîziya gelê Kurd ava kir.

Têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Efrînê û berxwedana gelê herêmê û şervanan a li hemberî van êrîşn, Berdevaka Femî ya YPJ‘ê Nesrîn Abdullah axivî û got, “Çawa şervanên jin li Kobanê bûne sembolên serkeftinê li Efrînê jî wê siba bin.”

Nesrîn Abdullah got, “Berxwedana Serdemê ket roja xwe ya 37‘an. Şervanên YPJ/YPG û QSD‘ê bi destekdayîna gel li hemberî dagirkeriya Tirkiyê berxwedaniyeke mezin didin meşandin û bersiva êrîşan didin.”

Berdevka Fermî ya YPJ‘ê anî ziman ku rexmî hemû çekên giran û çekên ku di qada navdewletî de hatin qedexekirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê bi kar tînin, yek gav derbasî Efrînê nebûne û nikarin vîna gelê herêmê têk bibin.

Nesrîn Abdullah her wiha diyar kir ku berxwedana gelê Efrînê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê kir yek û got, “Îro bi hezaran Kurdistanî li tevahî cîhanê xwedî li gelê Efrînê derdikevin. Ev yek diyar dike ku hemû komployên li dijî gelê Kurd vala têne derxistin.”

Berdevka Fermî ya YPJ‘ê li ser berxwedana jina Kurd û hemû jinên Efrînê got, “Ji hemû jinên cîhanê re bûne sembolên jina azad.”

Berdevaka Fermî ya YPJ‘ê Nesrîn Abdullah axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Em wekî YPJ‘ê berxwedana gelê Efrîn û têkoşîna gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ya bi armanca piştgiriya Efrînê silav dikin. Her wiha em careke din soza xwe bi gelê xwe re nû dikin ku em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Çawa YPJ‘ê li Kobanê bû sembola serkeftinê, li Efrînê jî wê sibe be.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …