Navenda Raghandinê ya YPG`ê endamê xwe bi bîr anî

 NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê, endamê xwe Rûmet Cîlo ku li herêma Şehbayê şehîd bibû bi bîr anî.

Rûmet di sala 1995’an de li Efrînê ji dayîk dibe. Di sala 2011’an de, bi destpêkirina şoreşê re cihê xwe di nav refên YPG`ê de digire û bi awayekî çalak tevlî xebatan dibe. Zêdetirî du salan kar û xebatên leşkerî dimeşîne.

Di 2014`an de Rûmet  tevlî xebatên ragihandina YPG`ê dibe. Heya dawiya sala 2016`an gelek ked dide kar û xebatên ragihandinê.

Rûmet Cîlo di dawiya sala 2016`an, ji bo şopandina şerê li herêmê, berê xwe dide Şehba. Di 11`ê Mijdarê de, dema li ser karê xwe ye, di êrîşeke çeteyên DAIŞ`ê de digihîje şehadetê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …