Nava Şoreşê De Şoreş

Faraşîn Piling

 Bi wesîleya ev meha pîroz, ez tevahî hevalên şehîd bi bîr tînim. Weke jinên Kurd em xwedî şansek gelek mezin in. Lê, di heman demê de jî deyndarê Rêberê xwe ne, Serokatî em ji nava koletiyê derxist û jiyanek gelek bi nirx û pîroz xist destê me. Di vê jiyana pîroz de rast jiyan kirin û têkoşîn dayîn meşandin jî bi armanc û hedefên me ve girêdayî ye.

Ji bo jin diyariya herî mezin, artêşbûyîn û partîbûyîn e. Li hember dijminahiya gelan tekoşîn kirin, xwe zane kirin pêwîste ji bo me jinan sereke be ji ber ku bêyî zanebûneke dîrokî xwe parastin ne gengaz e. Serokatî artêşbûna jinan diyarê me kiriye. Em dizanin pergala baviksalarî her tim ji jina bihêz tirsiyaye û ji bo tunekirina jin jî her tim nava êrîşek de ye.

Serokatî ji bo ku jin xwe li hember êrişê pergala baviksalarî bide parastin hêza parastina cewherî di jin de pêşxist. Vê bi artêşbûyîn û rêxistinkirina jin re berfireh kir û gerdunî kir. Niha tevahî jinên cîhanê ji xwe re fikir û ramanên Rêber APO esas digrin.  Artêşbûyîna jin li hember bê neheqîtiyê hate avakirin. Artêşa zilam a ku hatiye avakirin bi xwe re qirkirin, tunekirin, talan, kuştin, desthilatdariyê tîne.

Li hember ev artêşa tunekirinê pêwîste artêşek ê hebûnê ava dike, jiyanê ava dike, nirxên civakê û yên jin diparêze were avakirin. Artêşbûyîna jin jî li ser vê bingehê ava bû. Erk û berpirsariya dikeve li ser milê me ew e ku em pergala Îmraliyê hilweşînin û tunebikin. Em bi tevlêbûyîna xwe bi sekna xwe, têkoşîna xwe re bersivên mezin bidin pergala baviksalarî. Di rastiya gelê şerker û  nava şoreşa gelan de her yek ji me xwedî berpirsiyartiyên mezin e ji ber vê armanc û hedefên min jî li ser vê esasê ye.

Hêvî Amed

 Armanca esasî ya artêşbûyîna jin “xwebûyîn e.” Bi hêz û vîna xwe jiyan kirin li ser vê bingehê jî têkoşîna xwe domdarî kirine. Artêşbûyîna jin di cîhanê de gavek nû ye. Ji xwe Rêber APO her tim di jin de nûbûyînan ava dike û pêş dixe. Daxwaza dijmin ew e ku hebûna gele Kurd ji holê rake, ji her hêlê ve qirkirinê pêk bîne ji ber ku ew hebûna xwe bi tunebûna gelan re misoger dikin. li hember hişmendiya dewletparêz û kapîtalîst bi parastina cewhera şoreşê re em dikarin li hember dagirkeriyê bisekinin û jiyana azad pêş bixin. Ji bo civak, jiyan û hebûneke nû artêşbûna jinan nebe nabe  Pêngava artêşbûnê ji bo gelên azadixwaz dest pê kirineke nû ye. Ger ku mirov dixwaze azadiyê destbêxe pêwîste em di artêşbûyînê de xwe kûr bikin. Jin gihiştiye astek gelek giring. Jin êdî bi xwe çarenûsa xwe dide diyar kirin.

Heval Sara di têkoşîna xwe de xwe gihandiye astek gelek bilind. Em jî weke şopdar û şervanên rêheval Sara ji xwe re têkoşîna rêheval Sara esas bigrin û bi wê awayî jiyan bikin.

Rêhevalên me yên pakrawan bi sekin, jiyan û çalakiya xwe pêwîst e mirov çawa jiyan bike ji me re dane diyar kirin. Em çiqasî ji xwe re xeta jinên azad esas bigrin û bi meşîn emê xwe bigihînin jiyana azad. Sekin û xeta jina azad mohra xwe şoreşa Rojava daye. Weke rêheval Arîn, Avesta, Zozan, Rêvan û hwd. Ev rêhevalên me jî ji bo xwe rêheval Bêrîtan, Zîlan, Sema, Sarayan esas girtine û bûne şopdarê van rêhevalan.

Em jî soza pêkanîna jiyanek azad didin. Cardin em ev avabûna pîroz li Serokatî pîroz dikin. Heya ku em jiyanek bi Rêber APO re neafirînin wê têkoşîna me heya serkeftinek mayînde bidome.

Navenda Ragihandina  YPJ’ê     

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …