NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk  (QSD) bi daxuyanyek nasnameyên 10 şervanên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Berxwedana şervanên me li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê  didome.

Di encama bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê 10 şervanên me  gihan asta şehadetê.

Şervanên me di rewşên herî zehmet de li ber xwe didin û li hember teknîka kuştinê ya Tirk  ku hemû cûreyên çekan di êrîşên xwe de bikar tîne, li ber xwe didin. Şervanên me bi berxwedaniya xwe careke din tekez kirin ku em ê heta dawiyê li hember êrîşên dagirkeran li ber xwe bidin û berxwedaniya me hîn jî didome.  Baweriya me heye ku xwîna şehîdên me wê bibe çirûska azadiyê û riya me ronî bike ta ku dagirker ji xaka me derbikevin.”

Bi navê QSD`ê û bi ruhê Şehîd Kuridstan û Hemze em hemû her deh şervanên xwe yên ku bi lehgenê canê xwe feda kirin hemû şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr tînin û em soz didin ku emê heta dawiyê şopdarên riya wan bin.”

Nasnemyên şehîdan wiha ye:

*****

Nasnav: Buhar Rojava

Nav û paşnav: Xunav Mamo

Navê dayikê: Zelûx

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn – Şêrawa – gundê Burc Heyder 22/ Adarê/2018

*****

Nasnav: Dilşêr Efrîn

Nav û paşnav: Bekir Mustefa

Navê dayikê: Feyrûz

Navê bav: Cibraîl

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn – Şêrawa – gundê Burc Heyder 22/Adarê/2018

*****

Nasnav: Dogan Efrîn

Nav û paşnav: Ocalan Îbrahîm

Navê dayikê: Remziya

Navê bav: Ednan

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn – Şêrawa – gundê Burc Heyder 22/Adarê/2018

*****

Nasnav: El-Fîda

Nav û paşnav: Cemal El-Qida

Navê dayikê: Zekiya

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn – Şêrawa – gundê Basilê – 14/Adarê/2018

*****

Nasnav: Elî Doçka

Nav û paşnav: Elî Ebdo

Navê dayikê: Zeyneb

Navê bav: Mustefa

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn – Şêrawa – gundê Basilê – 14/Adarê/2018

*****

Nasnav: Elîşêr

Nav û paşnav: Telcî Telcî

Navê dayikê: Emîna

Navê bav: Elî

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn – Şêrawa – gundê Basilê- 14/Adarê/2018

*****

Nasnav: Ezîz

Nav û paşnav: Abdulselam

Navê dayikê: Meryem

Navê bav: Hisên

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn – Şêrawa – gundê Basilê- 14/Adarê/2018

*****

Nasnav: Hemza

Nav û paşnav: Mihemed Şêx Hesen

Navê dayikê: Elmas

Navê bav: Silêman

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn 14/Adarê/2018

*****

Nasnav: Hesen Bêrîtan

Nav û paşnav: Hesen Nebîko

Navê dayikê: Cîhan

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka şehadetê: Bilbilê – gundê Baxça – 10/Adarê/2018

*****

Nasnav: Kurdistan Rengîn

Nav û paşnav: Dunya Ebdo

Navê dayikê: Laman

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn – Cindirêsê – Tepê Berdîxan – 9/Adarê/2018

#Beşê_Ragihandinê